Di civîna Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi  serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hat lidarxistin, biryar hat dayînkomîsyonek ji  bo lêkolînkirina derbarê sedem û pêşîgirtina çûyîna xortên  kurd ên başûrî bo nav komên îslamî yên radîkal li Sûriyê pêk were.  Li gorî daxuyaniya civînê, lêjneya han li ser daxwaza Serokatiya Herêma  Kurditanê û dê bi serokatiya Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê  Kerîm Şingalî pêk were.  Wezîrê Karûbarên Ayînî Kamîl Hacî Elî jî ragihand, ji mela û zanayên  ayînî re gotine ku di xutbeyên mizgeftan de li ser wê mijarê bisekinin û  şîretan li xortan bikin ku neçin tevlî komên radîkal ên Sûriyê nebin.  Li gorî agahiyên fermî, heta niha 200 xortên başûrî ku pirranî ji  deverên Hewraman, Helebce, Germiyan, Balakayetî û hinek jî ji Hewlêrê  ne, çûne Sûriyê û tevlî komên radîkal ên îslamî bûne û li dijî rêjîma  Sûriyê şer dikin.  Heta niha 9 xortên başûrî li nav refên komên îslamî li Sûriyê hatine  kuştin, hinek ji wan vegeriyane û hinek xort jî bi hêceta ku xwestine  herin Sûriyê, hatine girtin.
        
                










































