Siyaset bi xwe hunera girtina fersendan e. Serdana serokê herêma Kurdistanê birêz Barzanî û hunermendê kurd ê hestên kurdan salên dirêj avdayî Şivan Perwer fersendek mezin e ji bo gelê me li bakûrê Kurdistanê ku bajarê Diyarbekir bikin meydana Karnavaleke netewî.