Serrûpel 2014 Nîsan

Arşîva mehane: Nîsan 2014

PDK-T bi fermî li Tirkiyê hate pejirandin

AVESTA KURD - Di dîroka siyasî ya Tirkiye de cara yekemîn partiyek bi navê Kurdistanê hate qebûlkirin..

Serokwezîr: Îraq xelkê ceza dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku gefên Bexdayê yên li ser Herêma Kurdistanê jiyana rojane ya gelê Kurdistanê daye sekinandin lê me hêvî nedikir bi navê demokrasiyê xelkê bên cezakirin.

Ruxseta Kovara Hawarê

AVESTA KURD - Di sala 1931 de li Şamê, wezareta hundir ya Sûriyê ya wê demê ruxseta da Celadet Bedirxan ku Kovara Hawar her 15 rojan bi zimanê kurdî derxîne. Eger ku pêwîst bû bi erebî û frensî jî, lê bi şertê ku lêkolînên siyasî belav neke.

Mala endamekî PDK-S li Kobanî hate şewitandin

AVESTA KURD - Mala endamê Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye, Mehmûd Ezîz (ji gundê Zerkotek) ku li Hewlêrê beşdarî Kogreya avakirina Partiya PDK-S bûbû, bi benzînê ji aliyê grûpeke nenas ve hate şewitanin.

“Tiştek were serê Pêşewa Behlewî PYD berpirsiyar e”

Li meydana Xelîc Erebî ya bajarê Qamişloyê saet 3ê nîvro di 18ê meha Nîsanê grûpeke çekdar ku navê “Dezgeha Şehîdên YPG” li xwe dike bi otombîlekê ku 6 çekdar têde bûn, Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Mehmûd Behlewî ku bi navê Pêşewa Behlewî tê naskirin ligel nûçegihanê Orient TV, Rodî Îbrahîm, revandin û birine zîndaneke nehînî.

Îro roja Rojnamegeriya Kurdî ye

Hersal 22ê Nîsanê wek Roja rojnamegeriya kurdî" tê pîroz kirin. Ev roja destpêka weşandina rojnameya "KURDISTAN"`ê ye, ku di sala 1989`a de ji aliyê Mîqdad Mîdhet Bedirxan li Misrê hatiye çapkirin. Rojnameyê li Misrê dest bi weşanê kir lê li Swîsrayê û London berdewam kir li ser hev 31 hejmarên wê derketin.

Peykerê Helebçe li Hollanda tê danîn

AVESTA KURD - Roja 29.04.2014 li bajarê Den Haag li Hollanda peykerê Helebçe tê danîn.

“Kantonên Rojava bi destê Îranê hatine çêkirin”

AVESTA KURD - Îlhamî Işik, ku li Tirkiyê bi navê Balikçî (Masîgir) tê naskirin, bi eslê xwe ji Batmanê ye, û weke kesên ku pêwendî di navbera PKK û Dewleta Tirk de çêkirin, tê naskirin, di hevpeyvîneke xwe de behsa rola Îranê di nava PKK de kir.

Barzanî tund axifî: Emê tiştên din jî bikin

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa kolandina xendeka di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê gelekî tund axifî û got, kolandina xendekê ne li dijî kesekî ye, ne li dijî tu aliyekî ye, ew ji bo parastina ewlekariya Kurdistanê ye, parastina ewlekariya Kurdistanê jî di ser her tiştî re ye.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com