Serrûpel Nûçe Malbatên 28 şofêrên Kurd li Hewlêrê ne

Malbatên 28 şofêrên Kurd li Hewlêrê ne

Belav bike

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku malbata wan her 28 şofêrên Kurd ên ku li Mûsilê ji aliyê DAÎŞ ve hatine revandin û niha ti agahiyek li ser wan nîne, hatina paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê.

Roja 09.06.2014, 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in, li nêzîk qeza Mexmûrê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin.

Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji şofêrê bi navê Husnu Akbaş bi dest xistiye, piraniya şofêrên ku hatine revandin ji Silopiya Şirnexê ne û Kurd in.

Navê şofêrên ku hatine revandin ev in:


Mêrdînê: Osman Maruk, M. Nezir Çakan, Mehmet Taşdoner,Ahmed Çelîkoglu, Saît Çobanoglu 

Silopî: Tayar Ökten, Ramazan Şîmşek, Ozgur Şîmşek, Selahedîn karakum, Servet Karakum,Mehmet Kantarci, Serdar Bayrak.


Riha: Hanifi Aktan , Halil Aktan, İbrahîm Uslu, Ceyvan îsmaîloglu 


Mereş: Okeş Şen.

(Rûdaw)