Mîranî: Em li çiyayê Şengalê kurdîniyê dikin ne hizbîtiyê
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand, ji roja ewil a kirîza çiyayê Şingalê 750 pêşmerge li çiyayê Şingalê bûn û aware diparastin. Mîranî li ser hevkariya navbera Kurdistan û Amerîka jî got, ez hêvîdar im sozên xwe yên li hember Kurdistanê bicîh bînin.
Karayilan li ser êrîşên DAIŞ diaxife
Fermandarê giştî yê HPG (Gerîlayên PKK) Murat Karayilan li ser êrîşên DAIŞ li ser Musil û Şengalê diaxife...
Rojnamevaneke PKK ji aliyê DAIŞ ve şehîd ket
Li cepheya Mexmûr, rojnamevana Kurd Denîz Firat dema ku şerê navbera Hêzên Kurdistanê û çekdarên DAİŞ’ê dişopand, di êrîşeke DAİŞ’ê de canê xwe ji dest da.
DAIŞ rehîneyên Tirkiyê birin Reqayê
Çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) dixwazin rehîneyên Tirk ku konsolosê Tirkiyê yê Mûsilê jî di nav wan de ye, li beramber çekên giran azad bikin.
Birêveberê giştî yê Rûdawê dinivisîne
Ako Mihemed
Di çend mehên borî de ku behsa êrişa DAIŞ û metirsiya kontrolkirina bajarê Kobanê li Rojavayê Kurdistanê ji hêla wê hêza îslamî ya tundrew dihate kirin, min hest dikir ku metirsiya êrişkirina li ser wî bajarî heye ji ber ku DAIŞ dixwaze rêyeke wê ya vekirî bi Tirkiyê re hebe ji bo wan navçeyên ku li Sûriyê di bin destê wê de ne, lê bi ti hawî metirsiya min nebû ku DAIŞ bikare xwe li bajar û navçeyeke Kurdistanê, Kobanê jî tê de, bigire.
Balafirên Emerîkî dest bi êrîşa DAIŞ kirin
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama destûr da artêşa DYAyê ku eger DAIŞ ber bi Hewlêrê ve bê da lê bidin.
Ragihandineke lezgîn ji Ajansa Parastina Asayîşê
Piştî wê yekê ku terorîstên Da'îş êrîşekî nerewa li ser Pêşmerge û xelkê Kurdistanê destpêkir, Pêşmerge neçar bûn li sengerên bergiriyê biçin qonaxa êrîş birinê, eve jî bi mebesta parastina axa pîroza Kurdistanê û hemwelatiyan û tolhildana wê reftara nemirovî û dirindaneya dûrî ji exlaq û bingehên olî ya vê grûpê terorîstiye, bi taybetî derbarê hemwelatiyên Şengalê.
Ahmet Turk: “Ezê intîhar bikim û xwe bikujim“
Şaradarê Mêrdînê Ahmet Turk got eger ku rojekê nave wî bikeve nava kesên ku ruşwet wergirtine, pere xwarine û sektekarî kirine, ew soz dide ku ewê wê demê intîhar bike.
Lîwa Weysî: Di demeke nêzîk de guhertinên mezin çêdibin
Fermandarê giştî yê pêşmergeyên Zêrevanî, Lîwa Ezîz Weysî beşdarî programeke Kurdistan TV bû û got, hêzên pêşmerge li her dera ku şer lê heye bi pêş dikevin û di demeke nêzîk de, wê gelek guhertin çêbibin.
Çiyayê Şengalê dîsa Kurdên Êzîdî diparêze
Li Çiyeyê Şingal trajediya mirovî derbasî roja 5em dibe u û nêzikî 50 hezar kurdên êzîdî lê asê mane, xwarina pelê daran ji wan re nabe alîkar da jiyana xwe berdewam bikin, lê ji ber nebûna xwarin û vexwarinê jiyana xwe ji dest didin.


































