Serrûpel Nûçe DAIŞ rehîneyên Tirkiyê birin Reqayê

DAIŞ rehîneyên Tirkiyê birin Reqayê

Belav bike


Çavkaniyeke agahdar ku ji ber hestyariya mijarê nexwest navê wî were belav kirin ji BasNewsê re got: ‘’Destpêka vê mehê DAİŞ’ê 49 rehîneyên Tirk ku di nav wan de konsolosê Tirkiyê yê Mûsilê Ozturk Yilmaz jî heye, bo bajarê Reqa yê Sûriyê veguhestine.’‘

Derheqa armanca DAİŞ’ê de ka çima ew rehîne bo Sûriyê hatine veguhestin, heman çavkanî wiha axifî: ‘’DAİŞ dixwaze wan rehîneyan li beramber çekên giran azad bike, armanca wê ya serekî evna ye.’‘

Piştî girtina Mûsilê di 10’ê Hezîrana borî de, çekdarên DAİŞ’ê dest danîn ser konsolxaneya Tirkiyê ya Mûsilê û ligel konsolosê Tirkiyê Ozturk Yilmaz 47 karmendên wê rehîn girtin û heta niha di destê DAİŞ’ê de ne.

Piştre medya Tirk gelek caran belav kir ku dê DAİŞ wan rehînan azad bike. Herwiha dihat çaverêkirin ku ew rehîn cejna Remezanê werin azad kirin lê heta niha çarenivîsa wan nediyar e û medya Tirk jî li ser daxwaza serokwezîrê wî welatê nikare zêde nûçeyan li ser wan rehîneyan belav bike. BAS