Viyan Dexîl: Ereban xiyanet li me kirin!
Parlamentera Kurda a Êzdî Viyan Dexîl, behsa êrîşên DAİŞ’ê li hember Kurdên Êzdî kir û got: 'Xiyaneta herî mezin cînarê me wate Ereban li me kir. Wan DAİŞ anî. Qaşo nasên me, dostên me û kirîvên me bûn. Me digot tiştên weha nakin. Lê dema ku êrîşî me kirin. hêzên me şikestin.'
Serokwezîr Barzanî spasiya welatên dost kir
Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, îro roja yekşemiyê 17.08.2014ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê de civiya û rewşa îro herêma Kurdistanê tê de derbas dibe nirxand.
PKK Kurdistana Sor bi 4 mîlyon Dolar firot
Demên dawî yên jiyana xwe her bi xeyal û fikirîna li ser careke din damezrandina Kurdistana Sor derbas dike. Ew Kurdistana ku...
Êzîdî dixwazin ji Kurdistanê koç bibin
AVESTA KURD - Eşkere bû ku Êzîdiyên ku ligel serokwezîr civiyan, ji wî daxwaz kirin ku ew bi neteweyên yekbûyî re bikeve pêwendiyê ji bo ku rê ji wan re were vekirin ku ew derkevin Ewropa û Emerîka.
Berhem Salih jî televîzyonekê ava dike
AVESTA KURD - Li gor ku hinek jêderan ji Avesta re diyar kirin, ku cîgirê serokê YNK Dr. Berhem Salih, kar ji bo wê yekê dike ku li Silêmaniyê televîzyonekê ava bike, birêvebirê giştî yê televîzyonê jî wê Tiwana Osman be (rêveberê berê yê NRT).
Serokê istîxbaratê wê bibe wezîrê derve
AVESTA KURD - Rawêjkarê istîxbarata Tirkiyê MIT, Hakan Fîdan, ku kesayetiyeke gelekî bi bandore li Tirkiyê û gelekî nêzîkî Erdogan bi xwe ye, di kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê de wê bibe wezîrê derve.
Serokê Îtîlafê Hadî Al Bahra mêvanê Rûdawê ye
AVESTA KURD - Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Hadî Al Bahra, îro seet 19.00 bi dema Hewlêrê dibe mêvanê televîzyona Rûdawê. Wê li ser gelek mijarên girêdayî Sûriyê û pirsa kurdî biaxife. Li bendê bin. Hevpeyvîna ligel Al Bahra ji aliyê rojnamevan Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin.
Ocalan: Emê dawî li şerê 30 salî bînin
Rêberê PKKê Abdula Ocalan ragihand ku, encamên hilbijartina serkomariya Tirkiyê û serkeftinên ku HDPê di riya namzedê xwe Salahedîn Demîrtaş de bi dest xistiye, diyardeya ku HDPê niha nûnertiya dijberyek demokratîk ya herî xurt li Tirkiyê dike û di rojên pêşde jî wê karibe li Tirkiyê bibe desthilatek demokratîk.
Dr. Azad Elî: Çîroka DAIŞ
Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraqê û Şamê, ya ku bi “DAIŞ” tê naskirin, kurtiya navê wê ji dirêje nav yê bi zimanê erebî “Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê” hatiye, lê ew rêxistin gelekî ji vî navê kurt yê lê hatî kirin sil dibe. Di destpêkê de em dibînin ew rêxistin heta ji kurtkirina nave xwe jî ne razî ye!



































