Serokwezîr bi nûnerê taybet yê Obama re civiya
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî roja şemiyê 04.10.2014ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke balaya Amerîkayê ku; ji general Jon Alen nûnerê taybetiyê serok Obama bo karûberên hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞ, Steward Jonz sefîrê nû yê Amerîkayê li Îraqê ku, nû dest bi karê xwe kiriye û yekem care serdana herêma Kurdistanê dike, Bert MacGork alîkarê cîgirê wezîrê derveyê Amerîkayê bo karûbarên Îraqê û Jozef Penîngton konsulê giştiyê Amerîkayê li herêma Kurdistanê pêkhatibû, kir.
Barzanî ji bo Kobanî kete hereketê
Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnav diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hemû hewlên xwe dide da ku civaka navdewletî çawa piştgiriya Başûrê Kurdistanê dike pişta Rojavayê Kurdistanê jî bigire.
Li derveyê PYD Kurdan hêzeke eskerî ava kirin
AVESTA KURD - Sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriyê, Siûd Mele di hevpeyvîneke xwe de got, wan hêzên xwe li ser sînorê Kobanî kom kirine û ewê di demeke pir nêzîk de bişînin Kobanî, ji bo ku wê herêmê ji êrîşên DAIŞ biparêzin.
Ceylan ji Batmanê bû û 19 salî bû (VÎDYO)
AVESTA KURD - Ceylan Ozalp, keçeke Kurd 19 salî ye, ji bakurê Kurdistanê bajarê Batmanê bû. Di nava şervanên YPG de şerê DAIŞ dikir. Li Kobanî şer dikir. Di nava PKK de, navê wê Bêrîvan Sosin bû, ji bo ku nekeve destê DAIŞ, xwe kuşt û dawî li jiyana xwe anî.
Tirkiyê li Kobanî DAIŞ topbaran kir
AVESTA KURD - Piştî ku balafirên şer yên Tirkiyê F-16 di ser Kobanî re firiya û bargehên DAIŞ kontrol kirin, artêşa Tirkiyê bi topên OBUS, cihên DAIŞ li Kobanî topbaran kir. Heta niha di di derbarê encamên wan topan de tu agahî tune ne.
Davutoglu: Kobanî nakeve
AVESTA KURD - Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, got, nabe Kobanî bikeve û ji bo ku Kobanî neke, çi ji dest wan were ewê bikin.
Li programê temaşe bikin (VÎDYO)
Wê kî hesabê karesata Kobanî bide? PYD lê partiyên kurdî yên din?
PYD çekan ji Tirkiyê dixwaze
AVESTA KURD - Van rojan PYD navbênkaran dişîne cem rayedarên Tirkiyê ji bo ku pêwendiyan bi wan re deyne û çekan bistîne.
30-50 km. kûr û 900 km. dirêj
Niha gotûbêja wê yekê tê kirin ku Tirkiyê bi kûrahiya 30-50 km. di nava axa Sûriyê de û bi dirêjiya 900 km. herêmeke tampon were avakirin.
“Kobanî nakeve lê xeter jî gelek e”
AVESTA KURD - Serokê Kantona Kobanî, Enwer Mislim ji televîzyona Med Nûçe re got, îro dijwartirîn roj bû, di şerê li dijî DAIŞ de, ku ev 17 roj in, heye. Her wiha got, ew nûçe ne rast in ku dibêjin Kobanî ket, Kobanî neketiye û ewê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Mislim her wiha diyar kir ku DAIŞ dixwaze heyfa xwe ji Kobanî hilde, ji ber ku wan biryar dan li ber xwe bidin.


































