Serokwezîr dest avêt dosya “Helîma“ û “Şilêrê“
AVESTA KURD / Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê biryar da ku, lêkolîn li ser dosyeya kuştina her du xûşkan Helîma û Şilêrê dest pê bike û ji bona vê yekê komîteyeke taybet hat pêkanîn.
“Êdî manşêtên rojnameyan me îdare nakin“
AVESTA KURD / Serokwezîr Erdogan: "Vî welatî êdî manşet, patronên holdîngan îdare nakin û êdî yên ku li çêwlika xwe ya Pensilvanyayê rûdinin û fitne û ficûrê belav dikin jî îdare nakin."
Mesaja Barzanî ji bo cejnan Jinan
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo roja cîhanî ya jinan li ser malpera fermî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê û tora civakiya facebookê peyameke pîrozbahiyê belavkir ku eve jî naveroka wê ye:
Mistefa Ebdî serbest hate berdan
Asayîşa PYD li Kobanî, çalakvan û rojnamevan Misfeta Evdî serbest berda.
Çima Gulen nezewicî?
AVESTA KURD - Rêberê Cemaeta dîndar Fethullah Gulen, di suhbeteke xwe de behsa zewacê kir.
Çîroka zarokên piştî enkfalkirina bavên xwe jidayik bûne
Di vî fîlma dêkomêntarî de, em dê ronahiyê bixin ser jiyana kur û keçên ku piştî enfalkirina bavên xwe ji dayik bûne.
Serokwezîr pêşwaziya sefîrê Koreya Başûr kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Kîm Hyong sefîrê Koreya Başûr yê Îraqê kir û di civînekê de tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera Kurdistan û Koreya Başûrê kir.
Serokerkanê Tirkiyê yê berê serbest hate berdan
AVESTA KURD - Serokerkanê berê yê Tirkiyê Ilker Başbug, ku di zindanê de girtî bû, serbest hate berdan.
Hikûmeta Kurdistanê bersiva Nurî Malikî da
Serokwezîrê Îraqa federal Nurî Malikî di çend rojên borî de û bi tyabetî di hevpeyvêna xwe ya digel NRT a roja 5ê vê mehê ku, beşek ji gotinên wî girêdayî herêma Kurdistanê bûn, em ji serî heta binî gotinên Malikî red dikin û em dibêj in ku, tevaya daxuyanî û zaniyariyên Malkî di wê hevpeyvînê de bilêv kirîn, gotinên bê esas in, ji ratiyê dûr in û ew dixwaze bi wan gotinan rastiya ji raya giştî re veşêre.
Piştî ku ji Tirkiyê vegeriya hate girtin
AVESTA KURD - Medyager û xwediyê malpera Kobanî Kurd Mistefa Ebdî, piştî ku ji Tirkiyê vegeriya, ji aliyê asayîşa PYD ve hate girtin.


































