500 Mîlyon Dolar ji bo Kurdistanê hate serfkirin
AVESTA KURD - Di encama lihevhatina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Kurdistanê 150 hezar bermil petrol, rojane wê bişîne depoyên şîrketa Îraqî SOMO li Bendera Ceyhan li Tikriyê û Bexda jî wê 500 mîlyon dolar ji Kurdistanê re bişîne. Kurdistanê petrol şand, Bexdayê jî îro 500 mîlyon dolar ji bo hesabê Kurdistanê serf kir.
Teqînek li pêşiya Parêzgeha Hewlêrê çêbû
Teqînek li pêşiya Parêzgeha Hewlêrê çêbû, heta niha encamên wê nayên zanîn, kesek nikare nêzîkî cihê teqînê bibe, herêm ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dorpêçkirî ye. bi kêmanî 5 şehîd hene (3 polîs û 2 welatî), gelek jî birîndar bûne.
Otomobîleke bombekirî teqiya, çalakiyeke intîharî bû. Otomobîl Mercedes bû. Teqîn derdora saet 12.00 bi dema Hewlêrê çêbû.
Serok Barzanî behsa şerê li Kobanî dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona France24 a Fransayê ku îşev hat belavkirin, behsa şerê DAIŞê li Iraq û Kobanî kir û ragihand, heta niha hêzên hevpeyman nekarîne li Iraqê derbên kûr li DAIŞê bidin.
Hulya Avşar diçe cem jinên Kobanî
Hunermenda Tirkiyê ya Kurd Hulya Avşar, ji bo ku jinên Kobanî bibîne û li derd û êşa wan guhdarî bike, wê biçe Pirsûsê, ku koçberên Kobanî li wê derê hatine bi cî kirin.
Komutanekî PKK pêşmergeyan perwerde dike
AVESTA KURD - Ew berê Fermandarekî bilind yê PKK bû di nava gerîla de. Navê wî yê rastîn Seyîd Çurrukaya ye, di nava PKK de navê wî Dr. Silêman bû. Ew di sala 1991 de li Çukurova xwendekarê Tibê bû. Piştre tevlî PKK bû. Roj bi roj di nava PKK de bilind bû, di sala 1993 de bû berpirsiyarê Eyaleta Amedê û di nava komîteya navendî û serkirdayetiya PKK de cih girt.
Li Kobanî 3 Pêşmerge birîndar bûn
Hat zanîn ku 3 pêşmere li Kobanî di encama ketina topên DAIŞê de birîndar bûne.
DAIŞ zeytûnên Kobanî dibe Reqayê
Rêxistina DAIŞ berhemên zeytûnên herêma Kobanî berhev dike û zeytûnan dibe bajarê Reqayê yê Sûriyê û li wir wan diguvêşe û zeyta wan derdixe.
PYD zarokekî 16 salî li Qamişlo revand
AVESTA KURD - Sayîşa ser bi PYD ve li Qamişlo zarokekî 16 salî bi navê Mîran Isam Seîd ji kolanên Qamişlo bi zorê revand û bir eskeriyê. Bi zorê birina zarok bû sedema ne razîbûna xelkê. Heta niha malbata zarok nizane ew li kuderê ye û çi bi serê wî hatiye.
Serokekî Emerîka tê Kurdistanê
Biryar e meha dahatû, Serokê berê yê Amerîkayê Jimmy Carter serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bike û ligel berpirsên payebilind ên Kurdistanê bicive. Li gor hinek çavkaniyên dîplomatîk jî, di demên pêş de çend berpirsên din ên bi bandor ên cîhanê serdana Kurdistanê dikin.



































