Serrûpel 2014

Arşîva salane: 2014

14 hezar koçberên Kobanî hatine başûr

Hatina penaberên Kobanî ji Bakur bo Başûrê Kurdistanê didome. Tê gotin heta niha herî kêm 14 hezar penaberên Kobanî derbasî Başûrê Kurdistanê bûne.

Pêşmerge û YPG riya DAIŞ qut kirin

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge êriş kirin ser başûrê rojhilatê Kobanî û rêya sereke ya gihîştina alîkariyan li ser çekdarên DAIŞê qut kirin.

Nameyeke vekirî ji serokê PYD Salih Muslim re

Serokê PYD Mamoste Salih Muslim... Li dû slavan. Wekî dizanî, bêtara li Kobaniyê û gundên wê bi ser xelkê me de hat yeke bêhûde mezin e û şêniyê vê herêmê ji koka wan ve hejand.

Barzanî: Tiştê ji me were emê ji bo Rojava bikin

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: ‘’Tişta em ji Herêma Kurdistanê re dikin, li gor derfetên xwe em dê ji bo Rojavayê Kurdistanê jî bikin û her dem ligel welatên dost û hevpeyman, me daxwaza berfirehkirina alîkariyan bo Rojava kiriye.’‘

Kobanî: Civîna di navbera her du fermandaran de

Kobanî: Civîna di navbera her du fermandaran de

Nêçîrvan Barzanî serweta xwe eşkere kir

AVESTA KURD - Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, forma eşkerekirina sermiyan û serweta xwe dagirt û teslîmî komîsyona Destpakiyê ya Kurdistanê kir. Serokê Komîsyonê Dr. Ehmed Enwer ji Rûdawê re diyar kir ku Barzanî ew form dagiritiye û daye wan, lê naveroka wê eşkere nekir. Enwer got, komîsyona Destpakiyê serwert û sermiyana tu berpirsekî eşkere nake, tenê wê çavdêriya serweta wan bike.

KOBANÎ: Miştenûr hate rizgarkirin (Vîdyo)

Duh bi şev êrîşeke giran çû ser Kaçê Miştenûr û di encamê de ew cihê stratejîk û dîrokî ji dest DAIŞ hate rizgarkirin. Niha Pêşmerge û şervanên Kurd bi hev re bargehên DAIŞ li Helincê topbaran dikin. Hinek jêder diyar dikin ku Miştenûr bi tevayî nehatiye rizgarkirin, lê beşek jê rizgar bû ye. Miştenûr li başûrê rojhilatê Kobanî dikeve, cihekî dîrokî û stratejîk e, gelek şikeft têde hene, kontrolkirina wî Kaşî, rê li ber wê yekê vedike û ji aliyê rojhilat û başûr ve DAIŞ were çemberkirin.

Îlham Ehmed sûc xiste stûyê ENKS

AVESTA KURD / Endama Komîteya Birêvebir ya Tev Demê Îlham Ehmed di hevpeyvîneke xwe de ligel malpereka ANIHA ya nêzîkî PYD got, ji ber ku heta niha ENKS civînên xwe bi dawî neanîne û negihiştiye tu biryarekê, xalên Rêkeftina Duhokê nehatine bi cîkirin.

“Her roj em îşkence dikirin“

Girtiyekî ji Kobanî behsa rojên xwe yên li cem DAIŞ dike... (Vîdyo)
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com