Rawêjkarê wezareta derve ya Tirkiyê Feridun Sinirlioglu di daxuyaniyekê de sînorê herêma Aram yan jî Tampon eşkere kir. Got, ewê rê nedin PYD û DAIŞ derbasî wê hermê bibin. Eger ku PYD - YPG û DAIŞ derbas bûn, ewê rastî êrîşên Emerîka û Tirkiyê werin.
Sinirlioglu her wiha diyar kir ku, herêma Tampon ji Kobanî destpê bike û wê heta Efrînê dirêj bike.