Serrûpel Nûçe Generalekî Îranî li Heleb hate kuştin

Generalekî Îranî li Heleb hate kuştin

Belav bike

Hisên Hemedanî duh pêncşemê li bajarê Helebê hatiye kuştn û spaya pasdarên îranê jî bi daxuyanyekê kutşna wî piştrast kir.

Hemedanî piştî şerê 8 salî yê Îran û Îraqê، li navçeyên rojhlatê Kurdstanê tevî Seyad Şîrazî، fermandariya spaya pasdaran kiriye û li parêzgehên Sine û Kirmaşanê di şerên li dijî partyên rojhlatê Kurdstanê serkêşiya hêzên sipaya pasdaran ya komara îslamî kiriye.

Hisên Hemedanî yek ji fermandarên diyar yên spaya pasdaran bû û di protestoyên sala 2009an piştî hilbjartinên gera dehemîn ya serokomariya îranî، erkê fermandariya parastina aramya Tehranê ji bo wî hatiye dayîn.

Hisên Hemedanî di dema şerê Sûriyê de weke şêwrmend û fermandarê hemahengiya hêzên spaya pasdaran li Sûriyê hatbû wezîfedarkirin.