Serrûpel 2015 Kanûn

Arşîva mehane: Kanûn 2015

Salih Mislim li Hewlêrê çi dike?

Îro roja çarşemê hevserokê PYD Salih Milsim li Hewlêrê bû. Salih Mislim ji Almanya gihişte Hewlêrê û wê bi riya Sêmalka derbasî rojavayê Kurdistanê bibe. Li gor agahiyên Avesta, serdana wî ji bo Hewlêrê ne fermî ye, hatina wî ji bo Hewlêrê, ji bo ku derbasî rojavayê Kurdistanê bibe. Her wiha tu hevdîtinên wî wê bi rayedarên herêma Kurdistanê re çênebin.

PDK bersiveke tund da PKK

PDKê di daxuyaniyekê de bersiva KCKê da û ragihand: "Leşkerên tirk eger hatibin sînorê herêmê û cihên din, ji ber we û siyasetên we yên şaş bûye." PDKê bi tundî rexne li KCKê girt û got: "Jibilî derxistina arîşe û pirsgirêkan we ji gelê kurd re çi kiriye?"

Mîlyardêrê Kurd li Hewlêrê Koşka Spî ava kir

Mîlyardêrekî Kurd bi navê Şehab Nûredîn Şehab, li Hewlêrê, li gor stayla Koşka Spî li Washington, li Hewlêrê Koçka Spî ava kir. Li koşa Şehab 25 dolar dolar hatine xerckirin. Tiştê di nava qesrê de, gelekî luks in, her perçeyek ji welatekî aniye. Wê Şehab, jina xwe, û zarikên xwe yên zewicî di vî qesrê de bijîn. Wê di nava 4 mehan de, qesir bi temamî were avakirin. Wî qesra xwe li Hewlêrê li Dream City ava kiriye.

“Asayîşa PYD Hêkên Tankan li Siwêdiyê dîtin”

Piştî ku asayîşa PYD êrîşî gundê Siwêdiyê (ser bi Dêrikê ve) kirin û bi dehan kes girtin, û medyaya ser bi PYD ve, (weke ku berê Tirkan ji bo gerîlayên PKK û gundiyên welatparêz dikir) vîdyoya cebilxaneyan belav kir, goya ew li gundê Siwidiyê ji aliyê PYD ve hatiye dîtin û gundiyan plana derbeyeke eskerî li dijî hikûmeta PYD dikirin. Ev di rûpelên Facebook û medyaya civakî de bi ferehî hate belav kirin, xelkê henekên xwe bi medyaya PYD kir û got, ne tenê klaşnîkov û çekên giran li gundê Siwêdiyê gundiyan tank û top rokêtên Soxoy jî di malên xwe veşartibû. Hinekan jî henekên xwe zêdetir kirin û gotin, li gundê xelkê balafir jî di malên xwe de veşartibûn û asayîşê ew girtin.

Barzanî red kiriye Ocalan di zindanê de bibîne

AVESTA KURD- 2 caran fersend ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re çêbûye ku serokê PKK Abdullah Ocalan bibîne, lê Barzanî gotiye ku ew naxwaze Ocalan di zindanê bibîne. Wî gotiye eger Ocalan ji zindanê derxin ewê wî bibîne. Li gorî Osman Ocalan, Barzanî wiha gotiye: “Rayedarên Tirkiyê ji min xwestin ez Ocalan bibînim lê min nexwest ez wî di girtîgehê de bibînim. Min ji re got eger hûn Ocalan berdin ezê wî bibînim û pê re li ser pêvajoya aştiyê qise bikim çimkî aştî bêyî Ocalan nabe…”

Serokê Asayîşê Ciwan Îbrahîm nehatiye kuştin

Asayişa rojavayê kurdistanê nûçeya kuştina fermandarê xwe yê giştî red dike. Fermandariya giştî ya asayişê li rojavayê kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belavkir û têde nûçeya kuştina fermandarê xwe yê giştî Ciwan Îbrahîm red kir û bal kişande ser wê yekê ku ewê li ser parastina xelkê rojava ji êrîşên terorîstan berdewam bin. Çend malperên înternetê belavkiribûn ku li ser riya di navbera Tiltemir û Serêkaniyê de li rojavayê kurdistanê çekdarên daişê fermandarê giştî yê asayişê Ciwan Îbrahîm kuştine, lê fermandariya asayişê wê nûçeyê red dike.

Dîmenên Sûra Amedê piştî şer (foto)

Dîmenên Sûra Amedê piştî şerê di navbera serbazên Tirk û ciwanên PKK YDG-H de.

Cara yekemîn sirrekê eşkere dike…

Esed amade ye di meha bêde bi opozîsyonê re dest bi hevdîtinan bike

Ji evîna rojên kevin: Şewata Sînema Amûdê

Hîn temenê min nebibû neh sal, dinya payîz bû, nû ketibûm dibistanê de, li gundê me belav bû ku şevê din sînema Amûdê hatiye şewitandin û gelek zarok tê de qir bûne. Hingî, kesî ji gundê me li Amûdê nedixwend, lê ji gundê Gundik, Mihemed û birayê xwe Hesen zarokên Ehmedê Mehmûdko li Amûdê dixwendin. Gundik, gundekî serbixwe ye, lê ji ber nêzîkbûn û pêwendiyên xelkên wê bi Dodayan re, wek taxek wê ye.

Dema ku serok Selfie digire (foto)

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re xwekêş(Selfie) girt.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com