Serrûpel 2015 Kanûn

Arşîva mehane: Kanûn 2015

Konferansa Riyadê (înfografîk – Vîdyo)

Konferansa Riyadê (înfografîk - Vîdyo)

Mesûd Barzanî roja 9 vê mehê diçe Tirkiyê

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 9 vê mehê bi serdaneke fermî diçe Tirkiyê. Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu serdana Barzanî ji bo Tirkiyê piştrast kir.

Barzanî kete pirtûka Guinness (Vîdyo-Foto)

Li bajarê Dubey yê Îmaratê tabloyeke Mela Mistefa Barzanî, ku bi kirîstalê hatibû çêkirin, hat nîşandan. Ji ber wê tabloyê navê kurd ket pirtûka rekoran a Guinnessê. Şeva borî li bajarê Dubeyê yê Îmaratê tabloyeke Mela Mistefa Barzanî hat nîşandan. Ew tablo bi 4 milyon û 500 hezar kirîstalên biçûk hatiye çêkirin, ji ber wê jî ew tablo ji aliyê pirtûka rekoran a Guinnessê ve hat tomarkirin. Sponsortiya wê tabloyê ku 6 metran dirêj û 5 metran jî berîn e, ji aliyê neviyê Mela Mistefa, Sîrwan Barzanî ve hatiye kirin û jina bi navê Jîmen Mehmûd jî proj bicîh aniye. (Rûdaw)

Derhênerê Kurd li Antalya baştirîn xelat stand

Fîlma kurdî ya bi navê “Bîranînên Ser Keviran” ya derhênerê kurd Mihemed Emîn Şewket Korkî di 52yemîn Festîvala Navnteweyî ya Fîlmên Antalyayê de wek baştirîn fîlm hat xelatkirin.

Salih Mislim dawetî konferana Riyaz nekirin

Hevserokê PYD Salih Mislim di Kongreya Siûdiyê de ku wê ji bo krîza Sûriyê li darkeve tu hêviyan nabîne. Mislim dibêje ew Kongre hêviyên gelên Sûriyê temsîl nake û wê nikaribe li ser erdê tu guhertinan çêbike. Salih Mislim ku heta niha ne ew, ne jî nûnerên rêveberiya xwe û ne jî YPG ji bo konferansa Siûdiyê nehatine dawetkirin, bal kişande ser wê yekê ku ew konferans nakeve xizmeta Sûriyê û wê tiştekî çareser neke. Kongreya Riyazê, di navbera 8-10 vê mehê de wê li darkeve. Di Kongreyê de nêzîkî 100 kes, rêxistin, sazî û dezgeh hatine dawetkirin. Tê idîakirin ku hinek grûpên çekdar jî hatibine dawetkirin, weke Ehrar El Şam û Ceyş El Fetih. Aliyê sereke yê opozîsyonê ku di Kongreyê de beşdar dibe, Itîlaf e, her wiha di nava Itîlafê de ENKS jî nûnertiya Kurdan dike û wê pirsa Kurd li rojavayê Kurdistanê bibe Kongreya Riyazê.

“Wê li rojhilata navîn Dewleta Kurdî jî hebe”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî di daxuyaniyek ya xwe de behsa rewşa pêşeroja Kurdistanê dike. Barzanî dide xuyakirin ku dewletek kurdî li Rojhilata Navîn de bûye pêwistiyek. Di daxuyaniyek ya xwe de Mesrur Barzanî dibêje: Em hêdî dewletek Kurdî xeyal nakin û ragihandina dewletek Kurdî ji kesekî jî daxwaz nakin.Em lingên xwe didin erdê û ava dikin. Dê demek nêjik de li Rojhilata Navîn de dewletek ya Kurdan jî hebê. Mesrûr Barzanî dibêje: Ji bo hemû neteweyên ser vê erdê mafê wan ê serxwebûn û diyarkirina çarenivîsa xwe heye, tenê Kurd nebin? Gelo evna rewa ye? Dewleta Tirk û Îraniyan heye, 22 dewletên Ereban hene, vêca çima dewleta Kurdan jî nebe? Em ji vêna zêdetir daxwaz nakin û piştrast in jî ku dewleta Kurdî her tê damezrandin, lê ne merc e bi rêya şer be.

Esed pişt li PYD şikand: Em çekan didin wan

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke xwe de got, Kurd li Sûriyê li dijî terorîstan şer dikin û ew raste rast alîkariyê ji artêşa Sûriyê distînin. Esed got li cem wan document hene ku ew alîkariya Kurdan dikin, û bi alîkariya artêşa Sûriyê Kurd sere terorê dikin. Serokê Sûriyê di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya înglîzî The Sunday Times re her wiha got, ji ber ku ew Kurd welatiyên Sûriyê ne û ji ber ku ew sere terorê dikin, artêşa Sûriyê alîkariya wan dike. Esed dibêje: Em ji wan re çekan dişînin, ji bo ku sere terorê bikin em alîkariya wan dikin. Em alîkariya hinek grûpên din jî dikin. Esed wiha berdewam kir: Ji ber ku em nikarin artêşê bişînin her dera Sûriyê, em alîkariya wan grûpên kurd û grûpên dikni dikin.

Şeytanên di nava PYD de kî ne?

PYD ku rojavayê Kurdistanê bi alîkariya hinek hêzên din, îdare dike, hinek di nava wê de hene, başiya wê naxwazin. PYD evqas şehîd dan û dide jî, lê hinek di nava PYD de hene, bi hinek kiryarên xwe wan şehîdan erzan dikin û nav û dengê PYD xerab belav dikin. PYD di demekê de ye ku pêwîstiya wê bi navekî baş heye, pêwîstiya wê bêhtir bi demokrasî û karê hevbeş û toleransê heye, ji bo ku xebata wê vala neçe û cihê xwe di nava hêzên demorat de bigire, hinek radibin lingê xwe lê dikin û xebata bi salan bi carekê xerab dikin û lekeyan davêjin ser rûyê PYD. Xelk dadikeve kolanan û bi rengekî demoratîk daxwazên xwe ji PYD dike, hinek radibin rûyê xwe maske dikin û êrîşî meşê dikin, xelkê birîndar dikin û hinek jî radibin bi navê asayîşê jinên ku beşdarî wê meşa demoratîk bûne, davêjin zindanan û girtiyan îşkence dike. Ew şeytanên di nava PYD de kî ne? Kesek wan nas dike. Xerabkirina navê PYD di xizmeta kê de ye? Kesên bi wî karî radibin têne muhasebekirin? Berjendiya PYD çi ye dema ku li xelkê dide û xelkê tehdîd dike ji bo ku beşdarî meşan nebin? Hinek şeydan di nava PYD de hene, kîne ew şeytan? Şeytanên PYD di meşa Dêrikê, Qamişlo, Girkê Legê, Amûdê û duh jî li Dirbêsiyê êrîşî xwepêşandêran kirin.

Ji Laşên DAIŞ mêşên mirinê çêdibin

Li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê, ji laşên ku DAIŞ avêtibûn kolanan nezxweşiyek mêş û kêzik derketine, bi însanan vedidin û beşekî ji laşê mirov dixun.

Firotina qeleman çi anî serê wî! (FOTO)

Firotina qeleman jiyana penaberekî Sûriyê bi temamî guhertin. Penaberê ji Sûriyê ku berî demeke keçika xwe dixiste hembêza xwe û li kolanên Libnanê qelem difrotin û bala her kesî kişandibû ser xwe, niha rewşa wî gelekî cuda ye. Êdî qeleman nafroşe, êdî karsazekî naskirî ye û xwediyê 3 cihên kar e. Jiyana Penaberê bi navê Ebdulhelîm EL Ettar, bi çend qeleman û sûretekî hate guhertin. Bi belavkirina wî sûretî re, ji xwe re di internetê de kampanya alîkariyê vekir, û 191 hezar dolar kom kir. Penaberê 33 salî, destpêkê firinek vekir, piştre jî 2 cihên din vekirin. Niha 16 penaberên Sûrî li cem wî kar dikin. Dema ku qelem difrotin, rojnamevanekî Norwêcî yê internetê ew li kolanê dîtibû, sûretê wî di twîttera xwe de belav kiribû û gotibû qelemekê bibe, piştre ji wî re kampanya alîkariyê vekiribû, destpêkê 5 hezar dolar, piştre jî di nava 3 mehan de 188 hezar û 685 dolar hatibûn komkirin. Piştî ku pereyên wî çêbûn, ji jina xwe cuda bû.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com