Serrûpel 2015

Arşîva salane: 2015

Barzanî: Pêşmergeyên Rojava qehreman in

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa qehremaniya Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir û ragihand ku, ewê berdewam bin li ser piştgiriya Rojavayê Kurdistanê.

Çima pêwendiya Salih Mislim û MIT qut bû?

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim xistina balafira Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve ji RS FM’ê re nirxand û got; "Hesasiyeta Enqereyê ya li hemberî Tirkmenan ne raste, ji ber ku li herêma mijara gotinê komên cuda yên cîhatgeran hene."

Dewleta Kurdistanê ji Îranê re dibe çi?

Êrişên Parîsê teoriya “Rojhilata Navîn a sincirî û Rojavayê aram” hilweşandin. Armanca DAIŞê nehîştina sîstem û kultûra Rojava ye. Lewma dewletên Rojava dibin armanca êrişên DAIŞê. Neyartiya DAIŞê bi dewletên Rojhilata Navîn re jî bi hênceta ku ew dewlet bûne dûvelangên Rojava û ji ol û kultûra xwe dûr ketine, tê kirin.

Tirkiyê balafireke Rûsî xistin û pîlotek hate kuştin

Balafireke şer a Rûsî li çiyayê Kizildax li Hatayê di sînorê di navbera Tirkiye û Sûriyê de kete xwarê. Fermandarekî serbazî yê Artêşa Tirkiyê dibêje ku ew balafira Rûsî ji aliyê balafireke Tirkiyê ve hatiye têkşikandin, ew jî piştî ku balafir hatiye agahdarkirin ku sînorê Tirkiyê derbas kiriye. Wî fermandarî behsa wê yekê jî kir ku pîlotekî kariye xwe rizgar bike û ketiye destê çekdarên Turkmanî lê çarenivîsa pîlotê din nediyar e. Wezareta berevaniya Rûsya ragihand ku ew balafir ji curê Su-Xoy S-U 24 bûye, û asmanê Tirkiyê jî derbas nekiriye û ew balafir ji erdê ve teqe lê hatiye kirin û hatiye têkşikandin.

“PKK operasyona Şingalê xerab kir”

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge Aştî Koçer ragihand, bo rizgarkirina keç û jinên kurdên êzidî îstixbarata navendî ya Amerîkayê (CIA) ligel hêzên pêşmerge plana pêkanîna operasyonekê kiribû, lê belê PKK li hember operasyonê astengî derxistin û plana operasyonê têk çû.

Xwestin hevserokê HDP bikujin

Otomobîla hevserokê HDPSelahedîn Demirtaş li bajarê Amedê ji aliyê hinek kesan ve rastî êrîşekê hat, lê li gora zanyariyan ew bê ziyan ji hewla kuştinê rizgar bûye. Demîrtaş di Twittekê de di derbarê vê bûyerê de ragihandiye ku dema ji balafirxaneya Amedê diçû mala xwe, ji aliyê hinek çekdarên nenas ve ketiye ber êrîşê, lê ji hewla kuştinê rizgar bûye. Demîrtaş di wê Twitta xwe de dibêje, mirin emrê xwedê ye, wê rojek bê, emê bimirin lê ya girîng ewe ku bi serbilindî û di riya ax û niştîmana xwe de bimirin. Li gora encamên lêkolîna hêzên ewlekariya Amedê, derbeya ku li otomobîla Demîrtaş ketiye ne ya gulle û çekan e, dibe ku tiştekî din lê ketibe û bûyer jî di demekê de pêk hatiye ku tu kes di otomobîlê de nebûye.

Geştên ezmanî li Kurdistanê rawestiyan (vîdyo)

Ji ber êrîşên ezmanî yên Rûsî li dijî DAIŞ li Sûriyê (Reqa) geştên ezmanî li Kurdistanê (balafirxaneya Hewlêr, Silêmanî) ji 22-25.11.2015 hatin rawestandin. Wê Rûsya rokêtên Cruise ji Derya Qezwîn di ser Kurdistanê re bavêje Sûriyê.

Barzanî ji Şengalê vegeriya (Vîdyo)

Barzanî ji Şengalê vegeriya (Vîdyo)

Jiyana Alan Kurdî bû fîlm

Alan Kurdî zarokekî Kurd bû, 3 salî bû, di sala 2012 de li Şamê ji dayîk bûbû, ji Kobanî bû.

Vê jina DAIŞê xwe li Parîsê teqand

Navê wê Hasna Aït Boulahcen, 26 salî ye. Bi eslê xwe mexribî ye. Polîsan avêtine ser mala ku ew têde bû, intîhar kir. Destê wê di bi grûpekê re di komkujiya Parîsê de hebû. Ew endama DAIŞê bû.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com