Serrûpel 2015

Arşîva salane: 2015

Cendirmeyên Tirk li rojnamevan Welat Bekir xistin

AVESTA KURD - Cendirmeyên Tirk li ser sînorê di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de, li gundê Elî Gor li rojnamevan Welat Bekir xistin. Welat Bekir peyamnêrê televîzyona Oriente û dixwest fîlmeke dokumentar li ser sînor çêbike.

Karayilan û YPG: Em di bin emrê başûr de ne

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl ragihand, eger milîsên şîe yên Heşda Şeibî êrişî Başûrê Kurdistanê bikin, em amade ne bi tevahiya hêza xwe bikevin xizmeta Hikûmeta Başûrê Kurdistanê.

Asayîşa PYD Fesle Yusuf jî girt

Asayîşa PYD li Heseke, bi sûcê ku beşdarî meşa li dijî siyaseta PYD bûn (li Heseke) gelek kes girtin, di nava wan siyasetvana Kurd û cîgira serokê ENKS Fesla Yusuf jî hebû. PYD meşa ENKS ya sivîlane qedexe kir.

Asayîşa PYD êrîşî meşa ENKS kir

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hêzên asayişê û alîgirên PYDê êrişî xwepêşandana Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kirin.

Ciwan Haco li ser her tiştî diaxife

Hunermendê navdar Ciwan Haco klîbek nû ji sitrana “Pêşmerge ne” re amade dike û herwiha mizgîniya albûmeke hunerî dide hezkiriyên xwe.

Mele Bextiyar: Cemîl Bayîk qehremanekî netewî ye

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ragihand ku, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê wan daxwaz ji HDPê kir ku di Hikûmeta Tirkiyê de beşdar be, lê HDPê daxwaza wan red kir.

Fermandarekî PKK yê berê li Şengalê

Rahênerê pêşmerge yê ji Bakurê Kurdistanê Dr. Sait Curukkaya (Dr. Silêman) bû mêvanê ekranê Rûdawê û behsa operasyona Şingalê kir. Curukkaya got, dema Kurdistan di bin êrişê de be, ew nikare li Ewropayê bisekine û ji ber wê jî wî beşdarî di şer de kiriye. Rahênerê pêşmerge yê pûçkirina mîn û bombeyan Dr Sait Curukkaya ku ji Bakurê Kurdistanê ye û di operasyona rizgarkirina Şingalê de bi pûçkirina 5 ton bombeyên DAIŞê bi kêmanî 500 pêşmerge ji mirinê rizgar kirin, îşav bû mêvanê taybet ê bultena Rojavayê Kurdistanê û bersiv da pirsyarên derbarê operasyona rizgarkirina Şingalê û beşdariya xwe di şer de. Sait Curukkaya ragihand: “Dema welatên min di bin êrişê de be ez nikarim li Ewropayê bisekinim, lema ez hatim şer.” Derbarê rol û wêrekiya Hêza Pêşmerge de jî, Curukkaya got: “Eger piştgîrî li pêşmerge were kirin, dikarin serkevtinên memzin tomar bikin.” Wî pêşmergeyî herwiha derbarê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û rola wan di şerê Şingalê de jî axivî û got: “Çima pêşmergeyên Rojava dikarin li Başûrê Kurdistanê şer bikin, çima niakrin li welatê xwe û li cihê xwe şer bikin.” Curukkaya rexne li wê yekê girt, ku rê nayê dan pêşmergeyên Rojava li Rojavayê Kurdistanê berevanî li axa Kurdistanê û gelê kurd bê kirin.

Wê PKK ji Şengalê derkeve yan na?

- Piştî 15 mehan ji dagîrkirina DAIŞê, Pêşmergeyan Şengal rizgar kir û Kurdên Êzîdî li Kurdistanê û li seranserê cîhanê kêfxweşiya wê serkeftinê dijîn. - Kî xwediyê Şengalê ye û kê rizgar kir? - Piştî ku Şengal rizgar bû, ew hêzên li derveyî herêma Kurdisatanê wê li wêderê bimînin yan na? - Kî piştgiriya wan hêzan dike û çima? Raste destê Heşda Şebî di nava Şengalê de heye, pereyan dide hinek hêzan, sîlehan dide wan û wan ji xwe re bikar tîne û armanca wê ewe ku destê xwe deyne ser Şengalê? - Heşda Şebî, ku li Kurdistanê Sumeeteke wê ya xerab heye, wê bikarbibe bi riya hinek aliyan destelata xwe li ser Şengalê ferz bike? - Vaye bajar azad bû, lê wê kî Şengalê îdare bike? - Çima heta niha aliyên siyasî li ser îdarekirina wê li hev nekirine? Çima Itîrafê bi hev nakin? - Gelo hinek Kurdên Êzîdî jî, ketibin nava lîstikeke li ser Şengalê? Cemîl Xidir: Berpirsê YNK li Şengalê Mahma Xelîl - Qameqamê Şengalê

“PKK li Şingalê dixwaze Heşda Şeibî ava bike”

Ferîq Cemal Mihemed: “Baskekî PKKê bi dizî gotûbêjan li ser ava kirina Heşda Şeibî li Şingalê ligel Bexda dike.”

“Kîjan welat petrola Kurdistanê dikirin?“

Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, eşkere kir ku niha 10 welat petrola Kurdistanê dikirrin. Hewramî her wiha got, Herêma Kurdistanê dikare kirîza xwe ya darayî çareser bike.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com