Serrûpel 2015

Arşîva salane: 2015

Solên Şehîda YPJ Rojda

Solên şehîda Rojda... Ji dîmenên berxwedana Kobanî ne!. Şehîda nemir Fatma Dalî ku navê wê di nav refên şervanên YPJê de Rojda bû, di 14ê Tîrmeha sala 2015an de li gundê Kepir Repinê li Kobanî şehîd bibû. (ji rûpela Imer Kalo) Wêne: Memo Elûş

Parlamenterê HDP Altan Tan diaxife

Parlamenterê HDPê yê bajarê Amedê Altan Tan siyaseta PKKê rexne dike û dibêje, siyaseta PKKê ya derbarê avakirina xweseriyê de şaş e.

Pisîkên Lutkeya G-20 (vîdyo)

Di Lîtkeya 10 mîn ya G 20 de, ku li Tirkiyê li bajarê Antalya bi rêve çû, ji xeynî serkirdeyên 20 welatan û Yekîtiya Ewropa, hinek mêvanên din yên ne dawetkirî jî hebûn. Tevî gelek tedbîrên emnî û parastina ewlekariya lutkeyên, ew mêvanên ne dawetkirî derbasî cihê resepsyona serokan û salona toren û merasîman bûn. Bêyî ku destûra kesekî bixwazin, 2 pisîk derbasî nava serokan bûn, û ji xwe re bi kêfa xwe geriyan. Mudurê giştî yê protokolên wezareta derve Şevkî Mutevellî Oglu, gelekî hewl da ku pisîkan ji wê derê bi dûrxîne, lê nikaribû zora pisîkan bibe. Pisîkên Lutkeya G-20 ji xwe re di nava salonê de geriyan û kesekî nikaribû kêfa wan xerab bike. Gelek caran tiştên ecêb di van lutkeyan de çêdibin, binêrin, jina serokomarê Tirkiyê Erdogan Emîne Erdogan, xwarina şevê dide serokan, tenê jinan dawet dike, lê di nava wan de mêrek jî hazir dibe, tenê mêre, ew jî mêrê seroka IMF, Xafiyêr Lagarde ye, rûniştina wî di nava jinan de bala her kesî dikişîne.

Leyla Zana dîsa bi kurdî sond xwar (vîdyo)

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agirî Leyla Zana di merasîma sondxwarinê de bi kurdî dest bi axaftinê kir. Li Parlamentoya Tirkiyeyê îro heyama sondxwarina 26emên dest pê kir. Dema dora Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agirî Leyla Zana hat çû ser kursî û bikurdî dest bi sondxwarina kir. Leyla Zana beriya sondxwarinê wiha got: “Bi hêviya aşitiyek bi rûmet û mayînde.” Zana pişt re dest bi sondxwarinê kir. Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Deniz Baykal ku parlamenterê CHPê ye, îtiraze sonda Leyla Zana kir û got wê sonda parlamenteriyê serast nexwediyê û ji Zana xwes sondaxwarina xwe dubare bike. Lê Leyla Zanayê sonda xwe dubare nekir.

Ciwan dîsa li cem Pêşmergeyan e!

Hunermendê Kurd yê bi nav û deng Ciwan Haco, ji bo ku serdana pêşmergeyan bike û serkeftina di şerê li di şerê li dijî DAIŞ de li wan pîroz bike, çû eniyên şer, û straneke ku di sala 1988 de çêkiriye, wê li Kurdistanê bike vîdyo klîp, ew stran behsa qehremanî û berxwedana pêşmergeyan dike. Ciwan, li Mexmûrê jî çû nava pêşmergeyan û ew pîroz kirin. Ciwan Haco, li rojavayê Kurdistanê li Tirbe Sipî ji dayîk bû ye, salên dûr û dirêj li derveyî welat dijî, li Almanya bajarê Bochumê li zanko muzîk xwendiye û niha li Swêdê dijî.

Fermandarekî berê yê PKK li Şengalê çi dike?

Dr. Silêman, fermandarekî berê yê gerîla bû, di nava PKK de, berpirsekî bilind bû. Piştî ku ji PKK çû Almanya, piştî ku li Kurdistanê şer li dijî DAIŞ dest pê kir, hate Kurdistanê, pêşmergeyên Êzîzî di warê eskerî de perwerde kirin. Di operasyona rizgarkirina Şengalê de beşar bû, mayîn û TNT DAIŞ û erebeyên bombekirinî pûç kirin.

Barzanî: Li Şingalê tenê Pêşmergeyan şer kir

Şêwirmendê Civata Ewlakariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ragehand ku li Şingalê tenê Pêşmergeyên Kurdistanê şer kirine û ti hêzeke hevpeyman li ser erdê beşdar nebûye.

Îtîlaf kiryarên PYD şermezar dike

Îtîlafa opozisyona Sûriye leşkeriya bi zorê û revandina xelkê ku ji aliyê PYDê ve tê kirin, şermezar kir. Di daxuyaniyeke nivîskî de, Îtîlafê piştgêriya xwe ji bo lidarxstina her çalakiyeke sivîl anî ziman, û bal kişand ser bûyerên herî dawiyê li Rojavayê Kurdistanê, û ferzkirina eskeriya bi zorê û revandin û binpêkirinên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê li Hesekê û deverên din şermezar kir.

Şengal: Êzîdiyên PKK peran ji Îraqê distînin – Vîdyo

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YPŞ) ku ji aliyê PKK ve hatiye amadekirin, serokê wê dibêje ku ew pereyên xwe ji Heşda Şebî (Şîe) û Îraqê distînin, mûçeyên wan ji Heşda Şebî tên, û serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî alîkariya wan dike û divê ala Îraqê li ser Şengalê were bilindkirin û Şengal beşeke ji Îraqê. Serokê Encumena Êzîdiyên Şengalê Xidir Salih ev yek eşkere kir. Yekîneyên Parastina Şengalê Êzîdxan welatê xwe dibîne, her wiha hewl dide ku li Şengalê Kantonekê bi navê Kantona Şengalê ava bike.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com