Serok Barzanî di nav pêşmergeyan de ye (vîdyo)
Serok Barzanî di nav pêşmergeyan de roja yekemîn ya cejna Qurbanê derbas kir.
Bersiva Emerîka da: “Em bedelê didin ne hûn”
Serokomarê Tirkiyê Receb teyib Erdogan, li ser gotina rayedarên Emerîka axifî û got PYD û YPG du rêxistinên terorîst in, "em bedela terorê didin, ne hûn".
Rayedarên Emerîka YPG weke rêxistineke terorîst nabînin, ev jî li xweşiya Tikriyê naçe, ji ber vê yekê jî Erdogan dibêje, li gor Tirkiyê YPG û PYD terorîst in.
Erdogan dibêje, ji bo wan hem PKK û hem jî DAIŞ terorîst in.
PYD mehane 10 milyon dolar petrolê difroşe
Ev zêdetirî salekê ye ku Rojavayê Kurdistanê petrola navçeya Rimêlan a girêdayî Dêrikê, bi rêya boriyekê dişîne Başûrê Kurdistanê û ji wir bo Tirkiyê tê şandin. Çavkaniyekê jî ragihand ku, dahata wê petrolê mehane zêdetirî 10 milyon dolar e.
Barzanî cejna Qurbanê pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna qurbana pîroz, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û hemû misilmanên Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindê şehîdan dikim ku bi xwîna zarokên xwe darê azadiyê û nîştîman hatiye parastin û pîrozbahiyê yek bi yek li hemû Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîş dikim ku qehremanane bergiriyê li ax û gelê Kurdistanê dikin û ji bo bergirîkirina hemû mirovayetiyê bûne sengerekî polayî. Pîrozbahiyê li Haciyên Kurdistanê û rêwiyên mala xweda dikim û hêvîdarim xwedayê mezin îbadeta wan qebul bike. Hêvîdarim ev cejin bibê cihê têkşikandina yek carekiya terorîstên Da'îş û hemû koçber vegerin bajar û malên xwe.
Hikûmeta Kurdistanê cejn pîroz kir
Civata wezîrên herêma Kurdistanê di peyamekê de, bi minasibeta hatina cejna Qurbanê, pîrozbahiyê li malbat û kesûkarên serbilindên şehîdên Kurdistanê dik ku hertim ccanfedekarî û rola wan mêrxasan ji bîr naçe û hêvî dike ku ev cejin deriyê xêr û xweşiyê ji gelê Kurdistanê re veke.
“Barzanî serdana rojavayê Kurdistanê dike”
Hevserokê PYDê Salih Muslim di daxuyaniyekê de ragihand, dibe ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Rojavayê Kurdistanê bike.
Dixwaze bibe serokê belediya Kobanî
Li gor posteke Facebookê ku birayê serokê PYD Salih Mislim, Abû Kalê belav kiriye, Salih Mislim, berî çend rojan di dema hevdîtina wan de, ji wî re gotiye, "Ez dixwazim bibim serokê şaredariya Kobanî, dixwazim xizmeteke mezin ji Kobanî re bikim..." Piştre ew li ser rewşa Kobanî, li ser koçberiya xelkê û rewşa xelkê axifîne û behsa gundê xwe Şêranê kirine, çavên Salih Mislim tijî hêstir bûne û giriya ye.
Salih Mislim gotiye, "Kobanî û xelkê wê li ber dilê min giran e, çi ji destê min were ezê ji wan Kobanî û xelkê Kobanî bikim"
Abû Kalê dibêje, Bavê Welat (Salih Mislim) gelekî dilovan e, ji bo doza welat wî dest ji her tiştî berda ye.
Brahîm Biro bersiveke tund da Mele Bextiyar (VÎDYO)
Brahîm Biro bersiveke tund da Mele Bextiyar (VÎDYO)


































