Serrûpel 2015

Arşîva salane: 2015

Li Silêmaniyê hatibû revandin

AVESTA KURD - Sernivîserê kovara Îsraîl - Kurd Mewlûd Avend, berî 3 salan dema ku ji bo karekî çûbû Silêmaniyê, hatibû revandin, û demeke dirêj xeber jê tune bû, berî çend rojan rewşa wî eşkere bû. Mewlûd Avend, berî çend rojan derkete derve û rewşa xwe eşkere kir û got, berî 3 salan ew li Silêmaniyê ji aliyê hêzên Îranê ve bi alîkariya YNK (Yekîtî Niştimanî Kurdistan) hatibû revandin, ew biribûn zindanê li Tehranê girtibûn. Got, dema ew revandin, ew bêhiş kirin, xistibûn otomobîlekê, destpêkê ew biribûn bajarê Merîwanê, piştre biribûn Sine, ji wê derê jî bi balafirê ew biribûn Tehranê û avêtibûn zindanê. Ew roja duşema derbasbûyî serbest hatibû berdan. Avend got, ewê vegere başûrê Kurdistanê û dozê li dijî serkirdeyekî YNK veke ku di girtina wî de beşdar bûbû. Mewlûd Avend roja 08.06.2012 li Silêmaniyê hatibû revandin.

Pêşwazîkirina girtiyê DAIŞ Mesûd Eqîl (Vîdyo)

Diya Ferhad Hemo Mesûd hembûz dike

Wêneyên nû yên Mesûd Eqîl (FOTO)

Wêneyên Mesûd Eqîl yên herî nû, piştî ku ji ji destê DAIŞ bi rêkeftineke veguhertina esîran di navbera YPG û DAIŞ de hate rizgarkirin.

RÛDAW li ser kameramanê xwe Mesûd Eqîl çi got?

Roja 21ê Îlona îsal hevkarê me Mesûd Eqîl, ku wek kameraman di Tora Medyayî ya Rûdawê de kar dikir, ji aliyê rêxistina “Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê” (DAIŞ) ve li Sûriyê hat berdan û şeva borî gihîşt malbata xwe li bajarê Qamişlo.

Çi pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kirin?

Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Darayî yê Kurdistanê Rêbaz Hemlan îro surpîrzek ji Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêşîrvan Barzanî re çê kirin.

Salih Mislim dîsa bû serokê PYD

AVESTA KURD - Di kongreya 6 ya PYD de, hevserokê wê partiyên Salih Mislim dîsa weke hevserok hate hilbijartin. Bi Salih Mislim re, Asya Ebdullah jî weke hevserok hate hilbijartin. Kongreya PYD ya 6 mîn li rojavayê Kurdistanê li Girkê Legê hate lidarxistin.

Pêşmerge li Dêrikê ne! (FOTO)

Endamê Polîtbîroya PDK Dr. Kemal Kerkûkî çû Dêrikê û serdana ENKS û PDK-S kir.

Kameramanê RÛDAW Mesûd Eqîl êdî azad e!

Kameramanê RÛDAW Mesûd Eqîl ku li cem DAIŞ girtî bû di peymaneke veguhestina esîran de di navbera YPG û DAİŞ hate azadkirin, ew niha li ser riya Qamişlo ye diçe mal. Heya niha peyamnere RÛDAW Ferhad Hemo girtîye. Ew roja 15.12.2014 li ser riya Qamişlo -Til Hemîs hatibûne girtin.

Fermandarekî DAIŞ bi penaberan re hate Almanya

Fermandarekî payebilind yê DAIŞ bi navê Amir El Neklawî ku di nava DAIŞ de navê wî Abû Mehmûd bû, ji gundê Şinan bû, li gundewarên Dêrezorê li Sûriyê, reviya çû Tirkiyê û ji wê derê bi penaberan re xwe veşart, bi pasporteke sexte, û derbasî Almanya bû. Berî ku tevlî DAIŞ bibe ew fermandarê Lîwa Ebdulrehman bû, piştre tevî Lîwaya xwe tevlî DAIŞ bû, beşarî gelek şeran bûbû û xwediyê cihekî bilind bû di nava DAIŞ de, ji bo ku girêdana xwe bi DAIŞ re isbat bike, êrîşî gundê Şihêtat û balafirxaneya Dêrezorê jî kiribû.

PDK beşdarî kongreya PYD dibe (FOTO)

Şandeke PDK (Partiya Demokrat a Kurdistanê) bi serokatiya endamê Meclîsa Serokatiya PDK Serbest Lezgîn û endampê Polîtbîroya PDK Kemal Kerkûkî, wê beşdarî Kongreya 6.mîn ya PYD bibin ku wê li rojavayê Kurdistanê li Girkê Legê were li darxistin Lezgîn got, serokê Kurdistanê mesûd Barzanî ji wan xwestiye ku ew beşdarî Kongreyê bibin. Kongreya PYD ku di sala 2003 de hate damezirandin, sibe roja yekşemê dest pê dike.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com