ENKS: Siyaseta şaş ya PYD milet koçber kir
Şêwirmendê serokatiya PYDê Sîhanok Dîbo, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi wê yekê tohmetbar kir ku welatiyên Rojavayê Kurdistanê ditirsîne û wan neçar dike bibin koçber.
Mislim li cem Filistiniyan giliyê Barzanî kiriye
Berpirsê Giştî yê Lijneya Cîbicîkar ê Rêxistina Rizgarîxwaz ê Filistînê Saib Ureykat behsa hevdîtina xwe ya li gel Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Mûslim kir û got ku Mûslim gotiye ”dewleta Kurdî xencerek jehrî ye li ser pişta welatên Erebî.”
Rojnamevana Kurd Stêrk Hekîm zewicî (foto)
Rojnamevana Kurd ya ji Efrînê Stêrk Hekîm ku berê di Rûdaw de kar dikir piştre jî çû televîzyona El Cezîrê bi Carsten Schröder re zewicî.
“Bila her yek ji me di neynikê de li xwe binêre”
Serokwezîrê Fînlanda Juha Sipilä, dixwaze mala xwe bide penaberan.
Serokwezîrê Fînlanda got, divê her yek ji me di neynikê de li xwe binêre û ji xwe pirs bike ka ew dikare çi ji penaberan re bike û çawa dikare bibe alîkar.
Ewê di sala bê de mala xwe bide penaberan û çi ji dest wî were ewê alîkar be.
Di sala derbasbûyî de 3620 kesan serî li mafê penaberiyê dabûn, û tê çavbînî kirin ku îsal hejmara penaberan li Fînlanda bigihê 30.000 kesan.
Hunermendekî Hindî Alan ji qûmê çêkir – FOTO
Hunermendê ji Hindistanê Sodarsan Batanîk, termê zarokê Kurd yê 3 salî Alan Kurdî ku di deryayê de xeniqî û wicdana cîhanê hejand, li berava Borî li Hindistanê, ji qûmê çêkir.
Keç û jina wezîr birîndar kir
AVESTA KURD - Li Kobanî endamekî asayîşê bi sîleha xwe êrîşî serokê desteya zîraetê kir Mehmûd Bozan kir, keça wî û jina wî her du bi sîlehê birîndar kirin.
Her du birîndar rakirin nexweşxaneya Surucê li bakurê Kurdistanê.
Li gor şahidan, dema ku Mehmûd Bozan, li seytera gundê Minazê, asayîşê otombîla wezîr rawestandiye, di navbera wan de bi gotinan şer derdikeve, piştre endamê asayîşê bi sîleha xwe êrîş dike, di encamê de keç û jina wezîr birîndar didin.

































