Serrûpel 2015

Arşîva salane: 2015

Nêçîrvan Barzanî ji bavê Alan re telefon vekir

Îro serokwezîr Nêçîrvan Barzanî telefonek ji bavê zarok 3 salî Alan û Xalib, Ebdullah Kurdî telefon vekir û serxweşî lê kir.

Îro Alan (3), dayîk û birayê wî li Kobanî vedişêrin

Alan (3), dayîk û birayê wî, sibe roja înê li Kobanî vedişêrin. Termê wan dibin balafirxaneya Riha, ji wê derê dibin Surucê û ji wir derbasî Kobanî dikin û li wê derê wan terman binax dikin.

Kobanî: Bapîrê Alan li benda nevî û keça xwe ye

Kobanî - Bapîrê Alan, bavê diya wî Rîhan Şêxo Şino Kurdî, û xalê wî (birayê Rîhan Xalid Kurdî li benda termê her sê kesan in. Ji Facebooka Salih Moslim Mohamad

Bavê Alan: Zarokên min ji destê min şemitîn (foto)

Abdullah Kurdî, bavê Alan dibêje her du zarokên wî ji destên wî şemitîn. Abdullah (36) dibêje, ji nişkê ve dema ku hinek penaber rabûne ser xwe belema wan binav bû, her du zarokên wî di hembêza wî de bûn, wî bi destê jina xwe girtibû, jina wî Rîhan û her du zarokên wî Alan (3) û Xalib (5) bin av bûn û xeniqîn. Bavê Alan dibêje, pêleke xurt hat, destpêkê zarokekî min şemitî, min min nikaribû wî xelas bikim, min zarokê din xurt girt, pêl xurt bû, ew jî şemitî min li aliyê din nihêrî min dît diya wan jî katiye bin avê. Ew li Şamê berber bû, piştre ji ber şer reviya Istenbulê, terzî kar kir, piştre di înşaatan de kar kir. Ji bo ku wan bigihîne grava Kos li Yunanistanê, Abdullah Kurdî 4 hezar Euro dabûn qaçaxçî.

Barzanî: Alan sembola gelê Kurd e

Wêneyê termê wî zarokê Kurdê Kobanê ku li nava avê de xeniqiye wîjdanhejêne û sembolekî dinê mezlûmiyeta gelê Kurde li cîhanê.

Kanada daxwaza malbata Alan red kiribû

Alanê 3 salî (Alan Kurdî), tevî birayê xwe yê 5 Salî li Bodromê di deryayê de xeniqandî ji aliyê polîsên Tirk ve hatine dîtin. Ew kurê malbateke ji Kobanî bû ku li Şamê rûdiniştin. Belavkirina wê neyê wê bi T-Short dinya hejand, niha ew wêne li seranserê cîhanê belav bû ye. Bavê Alan, Abdullah Kurdî, zindî xelas bû. Jina wî Rîhan û her du zarokên wî mirin. ew dixwaze vegere Kobanî û her sê terman li wir veşêre. Dibêje bila ew jî bi wan re bikeve gorê. Eşkere bû ku wan di meha Hezîranê de li Tirkiyê serî li konsolxaneya Kanada dabûn ji bo ku weke penaber biçin wî welatî. Birayê Abdullah Kurdî, Teema Kurdî, 20 salin li Kanada dimîne, xwest birayê xwe û zarokên wî bibe Kanada, lê Kanada daxwaza wan red kirinû. Ew Kurdê Kobanî bûn, li Şamê li taxa Ruknedîn diman.

12 penaber xeniqîn piraniya wan ji Kobanî bûn – Foto

AVESTA KURD - Îro roja çarşemê 12 penaberên Sûrî yên din di ava Îce de xeniqîn, piraniya wan ji Kobanî bûn. Belema wan ya ku kete bin avê ji Bodromê diçû grava Kos li Yunanistanê. Zarokê ku îro sûretê wî li seranserê cîhanê belav bû (Alan) û ew jî di avê de xeniqî bû ji Kobanî bû, ew û birayê xwe yê mezin xeniqîn.

Ewil Dirêj: Bielefeld

Ewil Dirêj: Bielefeld

Elîko: Pêşmergeyên Rojava wê Devera Aram birêve bibin

Endamê Emîndariya Giştî ya Hevpeymaniya Mixalefeta Sûriyê Fûad Elîko ragihand ku wê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li gel çend Ketîbeyên Tirkimanî û hin Ketîbeyên çekdar ên Mixalefeta Sûriyê ”Devera Aram” li bakurê Sûriyê birêvebibin.

“PKK çend deverên Kurdistanê teslîmî Îranê kir“

PKK û Komara Îslamiya îranê li ser deriyê Gumrika Gortîşo li hev kirin û PKK’ê li hilber henek parê êv Gumrik radestî artêşa pasdarên îranê kir.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com