Li Kobanî partiyên Kurdî çi kirin?
Mijara îro ya programa 2 ALÎ, li ser ekranên Rûdawê, bi dema Hewlêrê saet 21.05 bi awayekî zindî tê weşandin.
Fermandareke YPJ li Kobanî şehîd ket
AVESTA KURD - Li Kobanî di şerê DAIŞ de fermandara YPJ Hebûn Dêrik şehîd ket.
Şehadeta wê dereng hate eşkerekirin. Ew roja 30.01.2015 şehîd ketibû
HDP ji aliyê Ocalan û MITê ve hate damezrandin“
Lutfi Baksî îdîa dike ku Abdûllah Ocalan û Hakan Fidan ê serokê MİT`ê li hev kirine, ku HDP bikeve hilbijartinan û bi ser nekeve, da ku AKP bikaribe 400 parlamenterî derxe. Li gorî nêrîna Baksî, ji ber vê yekê xetere heye ku HDP dereyî li parlamnetoyê bimîne.
Urdunê Sacîde Rîşawî û Kerbolî îdam kirin
Urdunê serê v sibê zû, xuşka yek ji serkirdetên DAIŞ Sacîde Rîşawî û endamê El Qaîde Ziyad Kerbolî îdam kirin. Birayara îdamê berê di derheqê wan de hatibû derxistin. Lê piştî şewitandina pîlotê Urdunî ji aliyê DAIŞ ve, weke bersivekê ji bo DAIŞ îro ew her du girtî hatine îdamkirin.
Dezgeha Barzanî alîkarî gihand Kobanî
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî gihand sivîlên ku li bajarê Kobanî dimînin.
Barzanî nameya sersaxiyê ji Şah Abdullah re şand
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kuştina pîlotê Ordunî ji aliyê DAIŞê ve bi tundî şermezar kir û sersaxî ji Şah Ebdullah û gelê Ordunê û malbata pîlot Meaz Kesasbe re xwest.
Kurdistanê kuştina pîlotê Urdunî şermezar kir
Hikûmeta herêma Kurdistanê kuştina pîlotê Urdunî ji aliyê DAIŞ ve bi tundî şermezar kir.
Ermenistan konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Ermenistanê li Iraqê Karîn Grîgoriyan û şanda bi wî re kir.
Yaşar Kemal li hember mirinê li ber xwe dide
AVESTA KURD - Nivîskar û romanivîsê Kurd Yaşar Kemal, ji 14 meha Çile de li nexweşxaneyê di bin çavdêriyeke tund de ye. Ew bi cîhazên oksîjînê ve girêdayî ye. Piraniya organên wî kar kaxin û ew ne li ser hişê xwe ye. Yaşar Kemal (91) li hember mirinê li ber xwe dide.


































