George Bush Serokê berê yê Amerîka bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tekez li ser hewlên xwe bo piştevaniya gelê Kurdistanê di şerê li dijî terorê kir. Herwiha soza alîkariya zêdetir bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da.
AVESTA KURD - Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl, raguhand ku, DAIŞ piştî têkçûna xwe li Kobanî û wendakirna mezin, wê berê êrîşên xwe bide Cizîrê û hefya xwe hilîne.
AVESTA KURD - Berdevkê polîsan li Silêmanî ragihand ku fermana girtina Dr. Roşdî Caf xwediyê Grûpa Adil El Muttehîde û şirîkê hunermendê Kurd Îbrahîm Tatlise di avahiyên Deştî Buhuşt de, hate derxistin.
Li Brazîlya Tereza Azedo weke şahciwan hate hilbijartin, Sheislane Hayalla jî ji ber ku nehate hilbijartin, êrîşî Tereza kir û taca wê ji serê wê derxist û di erdê de lêxist.
AVESTA KURD - Hevserokê PYD Salih Mislim, ev çend carin dixwaze biçe Emerîka ji bo ku beşdarî hinek civînan bibe, lê Emerîka her demê red dike ku vize bide wî.
Peşmergê û şervanên kurd li Kobanê û Şengalê di wan mehan de şeref û hêvî dan kurdan. Bi vî şerê li dijî DAIŞê kurdan xwe ji wêneyên “belangaz, nezan û terorîst” rizgar kirin.