Serrûpel 2016

Arşîva salane: 2016

TAK teqîna Amedê xiste stûyê xwe

Daxuyaniya Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) bi vî rengî ye:

Perde ji ser kemana Dilşad hate rakirin

Li Duhokê perde ji ser peykerê kemala hunermendê mezin Dilşad Seîd hate rakirin. Mezinbûna kemana Dilşad 11 metre ne.

PDK-S piştgiriya Demirtaş kir û ji PYD daxwaza azadkirina girtiyên xwe kir

Sekreterê partiya (PDK-S) Siûd Mele, di daxuyaniyekê de girtina hevserokê HDP Selahedîn Demirtaş û parlamenterên din ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve, şermezar kir.

Serokwezîr ji bo Tirkiyê HDP beyamek belav kir?

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyamakê de daxwaza azadkirina hevserokên HDP û hejmerek parlemantarên wê partiyê û aramkirina rewşê û rêzgirtina yasayê kir.

Demirtaş û 11 parlamenterên HDP hatine girtin – Vîdyo

Her du Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag û 10 parlamenterên din ê wê partiyê hatine girtin. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê girtina parlamenterên HDP ragihand ku girtina parlamenteran bi talîmatên serdozgeriyên Amed, Şirnex, Colemêrg, Wan û Çewlîgê hatiye emcandan û ew bi sûcê terorê hatine girtin Parlamenterên HDP tevî Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag ku hatine girtin ev in: “Parlamenterên Amedê Îdrîs Baluken, Nûrsel Aydogan, Îmam Taşçier û Ziya Pîr, parlamenterên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder.” Parlamenterên HDP Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer li derveyî Tirkiyê ne û pêvajoya di derbarê wekîlê HDPê Nihat Akdogan de jî berdewam dike.

Ev jî zewaca çekdarekî DAIŞê ye (VÎDYO)

Binêrin çekdarekî DAIŞ çawa dizewice (VÎDYO), ev vîdyo di telefona çekdarekî DAIŞê de hate dîtin.

Fermandar Lîwa Behcet Sêlkî piştî şerekî giran – foto

Berpirsê Istîxbarata Giştî ya Fermandeya Pêşmergeyên Zêravanî Lîwa Behcet Sêlkî, li sengerên şer e.

Dayîkek ji Efrînê û keçên xwe hatine kuştin

Penabereke ji Efrînê li gel 2 keçên wê li Danîmarka kuştî hatin dîtin.

“Divê Kurd di nava Îtîlafê de nemînin”

Sekreterê Partiya Wehde Muheydîn Şêx Alî ragihand ku biryarên Îtilafa Niştîmanî ya Sûriyê ne di destê wan de ne, herçende wan çend hikûmetên demkî ava kirin jî, lê wan piştrast kir ku ew nûnrayetiya girûpên tundrew dikin weke Cebhet El Nusre. Şêx Alî eşkere dike ku ew kesên dibêjin em kurd in di hundirê Itilafê de , biryara wan di destê Itilafê de ye û li gor siyasetên ku Tirkiyê û Îxwan Muslimîn ji wan re datînin dimeşin. Şêx Alî her wiha diyar dike ku Tirkiyê daxwazê ji Itilafê dike ku dijminatiya Kurdan û hêzên Sûrya Demokrat li Rojava bikin. Şêx Alî xwest Kurd û partiyên di hundirê Itilafê de îro berî sibe xwe jê vekişînin, ji ber ku siyaseta wan di berîka Tirkiyê de ye.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com