Serkirdeyên Kurd li eniya şer in
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şêwirmedê Encûmena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî çûne eniya şer li Xazirê.
“Barzanî serpereştiya operasyina Musilê dike2
Fermandarê Hêza Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî weke Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, serpereştiya operasyona Mûsilê dike.
FLAŞ – Kurê Kosret Resûl birîndar bû
Yek ji kurên Cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, di operasyona Pêşmerge ya li eniya Xazirê de birîndar bû.
Operasyona Musil saat 06.00 dest pê kir
Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragehand ku, operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Hêzên Iraqê ve destpêkirye û tê pêşbînî kirin ku, çend heftiya dirêjbike.
Vîdeografîk: Operasyona Kontrolkirina Musilê (vîdyo)
Li gel berdewambûna amadekariyên operasyona Mûsilê, behsa bandorên şerê Mûsilê li ser Rojavayê Kurdistanê jî tê kirin.
Asayîşê li Kobanî 2 karmendên dezgehên biyanî revand
Asayişa Kobanê 2 karmendên ku di dezgehên navdewletî de kar dikin, girtin û ji bo eskeriya bi zorê şandin.
Rojnamevana Esed ji bo hevpeyvînan seks kiriye (foto)
Daria Aslamova, di dema xwe de ji bo ku meşhûr bibe û weke rojnamevan bikaribine bi pêşkeve bi gelek kesayetiyan re seks kiriye û hinek vîdyoyên wê yên porno jî derketin. Aslamova, di 8 îlona 1969 de li Erîvanê li Ermenistanê ji dayîk bû ye û li Mosko rojnamevanî temam kiriye. Ji bo ku bikaribe bi hesayetiyên mezin re hevpeyvînan çêbike, gelek calan laşaê xwe û jinîtiya xwe bi kar aniye.
Asayîşa PYD rojnamevanekî Kurd wenda kiriye
Encumena Niştimanîya Kurd li Sûriyê ENKS, di daxuyaniyekê de bel kişande ser girtina endamên xwe ber 2 mehan, û got ku milîsên PYD gelek endam, kadir û serkirdeyên Kurd yên ENKSm di dema merasîma veşartina pêşmergeyê Roj şehîd Hebîb Qedrî revandin û ew xistin zindanan û heta niha jî di zindnan de ne.
Gotûbêjkirina piştî kontrolkirina Mûsilê
Îro 15 Cotmehê, Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqê Karko Karnêlos û şanda ligel wî kir ûamaje I wê yekê kir ku “Heger hêzên peşdarbûyî di operasyona azadkirina Mûsilê de neyên kontirolkirin, dibe ku şerekî taifî û netweyî rûbide.”


































