Serrûpel 2016

Arşîva salane: 2016

YPG dezgehên hikûmetê vegerandin

YPG û asayîşa Kantona Cizîrê zanîngeha Ferat ya Hesekê, û 3 navendên din yên girîng dane destê hikumeta Sûriyê, ew jî Banka bazirganî, Rêveberiya Turîzmê û peymangeha Kerr û Lalan.

Frensa weşana televîzyona MED-Nûçe girt

Li ser daxwza Tirkiyê şîrketa satelîtan ya frensî Eutelsat weşana Med Nûçe rawestand. Med nûçe televîzyoneke nêzîkî PKK bû û li ser Eutelsat weşana xwe dikir. Îro saet 10 Eutelsat weşana Med Nûçe sekinand.

Bi navê serokê parlamentoya Kurdistanê digere

Yusuf Mihemed ku ji serokatiya parlamentoyê hatiye avêtin û tu sîfeta wî weke serokê parlamentoyê nemaye, li derve welat bi welat digere û weke neyarekî Kurdan şerê Kurdistanê dike û ji welatan daxwaz dike ku alîkariya Kurdistanê nekin. Berî çend rojan çû Brukselê ligel rayedarên PKK civiya û daxwaz kir ku PKK helwesteke tund li dijî Kurdistanê bistîne û hêza xwe di Kurdistanê de berferehtir bike.

8 ton derman gihiştine Qamişlo û PYD belav nake

Di demekê de ku li Qamişlo krîzeke mezin ya dermanan heye û hema bêjin li dermanxaneyan dermanên pêwîst peyda nabin, hikûmeta Sûriyê dibêjin ku wan 8 ton derman û pêwîstiyên saxlemiyê teslîmî nexweşxaneya niştimanî ya Qamişlo kirine. Birêvebirê giştî yên Desteya Saxlemiyê li Nexweşxaneya Niştimanî ya Qamişlo Dr. Omer El Akûb got, wan 8 ton derman wergirtine. Ew derman bi riya balafirxaneya Qamişlo ji Şamê gihişte nexweşxaneyê.

Rûyên her dem û di xew de (foto)

Civîna ku PYD li Rimêlanê li daxist û taybet bû bi gotûbêjkirina federaliyê, ji xeynî rûyên her dem, kesek beşdar nebû, piraniya kesên beşdar bûn jî di xew de bûn û "Heval" bûn.

Lîstikvanê kurd dibe namzetê Lawê Zêrîn (Golden Boy)

Yekîtiya Ewropayê ji bo Pêgogê(EUFA) lawikê Amûdî ê behremend Mehmûd Dawûd ê ku niha di Borussia Monchengladbachê de dilîze wek namzetê xelat Lawê Zêrîn(Golden Boy) destnîşan kir.

Her 13 jinên wî jî bi hev re ducan in

Zilamekî Malîzî bi 13 jinan re zewicî ye, her 13 jinên wî bi hev re ducan bû ne.

Naveroka hevdîtina bi Ocalan re eşkere bû

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der barê hevdîtina beriya cejnê ya li Îmraliyê ji ANF'ê re axivî û li ser peyamên Ocalan daxuyaniyên girîng da.

“Serxwebûn mafê me ye” (vîdyo)

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûdderbarê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got, peywendiyên dîrokî garnatiya çareserkirinê ye ew bawer dike dê bigihêjin encameke baş.

“Destê xwe ji nava birîna me bikişînin!“

Kesayetî û Kurdên Êzdî îro li Şengalê civiyan û di civîna xwe de bi dengdaneke giştî bang li PKK û hêzên ser bi wê ve (YPG, YPJ) û hêzên wê yên din kirin ku êdî ji Şengalê derkevin û dev ji dagîrkirina Şengalê û Çiyayê Şengalê berdin. Fermandar Qasim Şeşo got, eger were xwestin Kurdên Êzdî jî amade ne ji bo Kurdên Bakur û rojava û cihên din şer bikin, lê êdî bila PKK hêzên xwe ji Şengalê bikişînin û Kurdên Êzdî dikarin axa xwe biparêzin. Di dema şerê Şengalê de, PKK hêzên yên yên bi navê YPG, HPG, YPJ û gelek hêzên din derbasî Şengalê kirin û dibêjin ew ji wir dernakevin. Hebûna wan hêza li Şengalê bûye sedema nerazîbûna Kurdêm Êzdî, ew dibêjin mayîna hêzên PKK li Şengalê dibe sedema derketina şerekî di nava xelkê wê deverê bi xwe de û her wiha dibe sedema gelek nakokiyên siyasî û civakî.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com