Serrûpel 2016

Arşîva salane: 2016

Kobanî: Milet li serkirdeya PYD Eyşe Efendî xist (foto)

Li Kobnî PYD bi zorê xelkê ji mal derdixîne û wan dibe ser sînorê bakurê Kurdistanê ji bo ku keviran bavêjin eskerên Tirk û şer derkeve. Serkirdeya PYD û di heman demê de hevsera, hevserokê PYD Salih Mislim Eyşe Efendî, dema ku dikandar mecbur kirin dikanên xwe bigirin û berê xwe bidin sînor grûpek ji ciwanên Kurd êrîşî wê kirin û li dijî biryara bi zorê girtinan dikanan derxistin. Ev çend rojin li Kobanî, asayîşa PYD li kolanan digere û bi zorê xelkê dibe ser sînor ji bo ku avakirina dîwarên li ser sînor ji aliyê Tirkiyê ve şermezar bikin. Xelk jî diûirse madem PYD dewleta Kurdî naxwaze, madem li dijî avakirina dewleta Kurdistanê ye, madem dibêje dewleta netewî zerar e, çima li dijî avakirina dîwar derdikeve û ciwanan dide kuştin?!

Keçeke Kurd li Almanya di avê de xeniqî

Keça Kurd ji rojavayê Kurdistanê bi navê Lîlav Fewa Kano, li Almanya bajarê Peine di avê de xeniqî. Ew 19 salî bû.

Kurdên Sûriyê ji bo kê li dijî kê şer dikin?

Nivîskar Hisên Omer li ser Facebooka xwe dinivisîne: Kurdên Tikriyê: Sûriyê, Îran û Îraq ji xwe re kirin pişt û li dijî Tirkiyê şer kirin. Kurdên Îranê, heta radeyekê Îraq ji xwe re kirin pişt û li dijî Îranê şer kirin. Kurdên Îraqê, pêwendiyên xwe bi SÛriyê, Îran û Tirkiyê re baş kirin û şerê Îraqê kirin. Lê Kurdên Sûriyê? Pêwendiya xwe bi Sûriyê re baş kirin û şerê Tirkiyê dikin... Kesên ku vê siyasetê li ser Kurdên Sûriyê ferz dikin ne Kurdên Sûriyê ne, û ne xema wane mafê gelê Kurd li Sûriyê. Ew ji xwe re Kurdên Sûriyê bi kar tînin.

YPG 2 çekdarên Sultan Murad esîr girtin (vîdeo)

Di daxuyaniykê de Hêzên Antî Teror yên girêdayî YPG'ê 2 ragihand ku wan 2 çedkarên Lîwa Sultan Murad esîr girtin.

Neviyê Îbrahîm Paşa li Kolnê wefat kir (foto)

Nivîskar, lêkolînvan û kesayetiya Kurd Ebdul Îlah Paşayê Millî di encama nexweşiyekê de li Almanya bajarê Kolnê wefat kir. Ew weke kesayetiyeke niştimanî hem endamê hevpendiya Kurdî bû ku di sala 1992 de li rojavayê Kurdistanê hatibû damezirandin, hem jî ji sala 2011an de endamê ENKSê bû.

Kurê Diyab El Maşî bû serokê Minbicê

Kurdê parlamenterê berê yê Sûriyê Diyab El Maşî, Farûq El Maşî, û birayê Mihemed Xêr El Maşî, ku berî çend mehan endamê parlamentoya Sûriyê bû, û bavê wî salên dûr û dirêj endamê parlamentoyê bû, ji aliyê Hêzên Sûrya Demokratîk ve bû serokê Hevserokê Encumena Minbicê. Farûq El Maşî, yek ji kesên nêzîkî rêjîma Sûriyê tê naskirin û kesekî Bassî ye. Sozdar Xalid jî bû hevroka Encumenê.

Serkirdeyê Tevgera Nûredîn El Zenkî diaxife (vîdyo)

Serokê Polîtbîroya Tevgera Nûredîn El Zenkî ji Cerablusê behsa dîlên YPG yên ku li cem wan girtîne dike.

Zarokekî 12 salî di nava YPG de şehîd ket

Zarokekî ji kobanî ku temenê wî nêzîkî 12-13 salane, di nava şervanên YPG de, li Munbicê di şerê Daişê de şerhîd ket.

Fermandara YPJ: Pêwîstiya me bi Emerîka tune ye

Fermandara YPJ Nesrîn Abdullah, li ser rûpela xwe ya Twitterê li ser gotina wezîrê derve yê Emerîka John Kerry ku gotibû ew piştgiriya avakirina dewleteke kurdî li Sûriyê nakin û divê hêzên YPG ji rojavayê Firat biçe rojhilatê wî çemî, got: Iînsiyatîv di destê me de ye ne di destê Emerîka de ye, em biryarê didin ne Emerîka û pêwîstiya me bi Emerîka tune ye.Nesrîn Abdullah got, Em 5 salin şerê çeteyan û dijminê însaniyetê dikin. Emerîka 1,5 salin alîkariyê dide me, me ji aliyê xwe ve tu alîkarî ji Emerîka nexwestiye, wê ew alîkarî da me û em ne muhtacî Emerîka ne....
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com