Rewşa herî dawîn li Heseke (Vîdyo-Grafîk)
YPGê û Asayişa Rojavayê Kurdistanê piraniya tax û cihên bajarê Hesekê xistine di bin kontrola xwe de û niha şervanên YPGê û hêzên Asayişê ji 4 aliyan ve hêzên Sûriyê di nav Hesekê de dorpêç kirine.
Karayilan: Emê heta dawiyê şer bikin (VÎDYO)
Fermandarê giştî yê gerîlayên PKK Murat Karayilan, di axaftina pîrozkirina 15 Tebaxê de axaftinek pêşkêş kir û li cihê ku bêje Hêzên Parastina Gel, got Hêzên Parastina Kurdistanê.
“Pêwîstiya me bi gerîlayên PKK tune ye”
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge tekez dike ku, eger PKK bêyî rêkeftin beşdarî operasyona Mûsilê bibe “ew tiştekî metirsîdar e. Şerekî navxweyî yê kurdan dê kenê xelkê bi me bîne.”
Serkirdeyekî PKK li Kobanî hate kuştin (foto)
Serkirdeyekî PKK li Kobanî ku berpirsê tendurustiyê bû û ji bakurê Kurdistanê bû, di otomobîla xwe de hate kuştin.
Tenê riya Hewlêrê li pêşiya PYD maye
Cara yekemîne ku hikûmeta Sûriyê bi awayekî eşkere nav li PYD û YPG dike şaxê PKK li Sûriyê. Êdî hevpeymaniya nû di navbera Îran-Tirkiyê û Rûsya de, wê li ser hesabê PYD çêbibe û dibe ku PYD derbeyeke mezin ji wê hevpeymaniyê bixwe. Artêşa Sûriyê bi tundî PYD tehdîd kir û got divê ew li heddê xwe bizanibe.
Tenê li pêşiya PYD riyek maye, xwe ji PKK bi dûrxîne û xwe nêzîkî Barzanî bike û Kurdên Sûriyê ji vê felaketê xelas bikin, êdî ev roj roja derbasbûna pêşmergeyên rojava ye. Hêza PYD tune ye li ser axa rojavayê Kurdistanê şerê Tirkiyê, Îranê û Sûriyê bike...
Jan Dost romana Kobanî qedand
Romanivîsê Kurd yê navdar Jan Dost nivîsandina romana xwe ya li ser Kobanî bi dawî anî û xelas kir. Jan Dost li ser rûpela xwe ya Facebook nivîsand ku wî romana qedand. Jan Dost nivîskarê gelek romanan û dîwanên helbestan e, yek ji nivîskarên Kurd yên herî navdar e.
Mahatma Hesen Salih azad e
Serkirdeyê Kurd û siyasetmedarê navdar li Kurdistana Rojava Hesen Salih ku ji aliyê asayîşa PYD ve hatibû girtin û di zindana PYD de ketibû greva birçîbûnê, îro serbest hate berdan. Hesen Salih Bi 10 caran ji aliyê rêjîma Sûriyê ve jî hatibû girtin.
Rêdûr Xelîl: Emê ji rêjîmê hesab bipirsin!
Berdevkê Fermî yê YPGê ragihand, firokeyên şerî yên Artêşa Sûriyê heta niha jî êrişî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dikin û navendên şervanan û xelkê sivîl bombebaran dikin. Rêdûr Xelîl tekez kir, ku ew dê weke YPGê hesaba wan êrişan ji Hikûmeta Sûriyê bistînin.
































