Asayîşa PYD (5) serkirdeyên PDK-S girtin
Asayişa PYD sekreterê polîtbîroya PDK-S Mihemed Îsmaîl û endamên polîtbîroyê Neşat Zaza, Nafii Ebdullah serkirdeyê wê partiyê Ebdulkerîm Hacî û endamê Komîteya Navendî Salih Cemî girtin.
Barzanî pêşwaziya serokê ENKS Îbrahîm Biro kir
Îro roja dûşem 15.08.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Îbrahîm Biro Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye kir.
Barzanî li eniya şerê li dijî DAIŞê ye (foto)
Malpera Fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belavkiriye ku, îro 14 Tebaxê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstan li bereya Xazir û herwiha serpereştîkirina operasyon û serkeftinên Pêşmerge yên li wê bereya şer de serdana sengerên Pêşmerge kir.
3 Pêşmergeyên Rojava şehîd bûn
Di şerê îro yê Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê li derdora Mûsilê, 3 Pêşrmegeyên Rojava şehîd ketin, û zêdetirî 10 kesên din birîndar bûn.
Çavkanieyek taybet ji nav eniya şerê Xazir ji tora medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku di şerê îro de, 3 pêşmergeyên Rojava şehîd ketine, û zêdetirî 10 pêşmergeyên din ku ew jî yên Rojavayê Kurdistanê ne, birîndar bûne.
Navê wan her sê pêşmergeyê şehîd ketine, Îbrahîm Hemze Ferho, û Hebîb Qedrî Mihemed Seîd ku her dû xelkê bajarê Qamişlo ne, û Kamîran jî ku ew bi xwe xelkê Başûrê Kurdistanê ye û di nav Pêşmergeyê Rojava de cihê xwe digirt şehîd ketiye.
PYD bi zorê Biro ji rojavayê Kurdistanê derxist
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro piştî ku duh ji aliyê asayîşa Qamişlo ve hate girtin îro serê sibê bi zorê ji alyê asayîşa PYD ji Rojvayê Kurdistanê hate derxistin.
FLAŞ… Asayîşa PYD li Qamişlo Brahîm Biro girt
Asayîşa PYD li Qamişlo, serokê ENKS Brahîm Biro girt û birin cihekî ne diyar...
Empatîmanyaq
Empatî ji bo fêmkirina rewşên ji hev cûda tê kirin.
Kesek, komek yan jî civakek di demeke pir kin da xwe dixe şûna ya/yê...
PYD vê carê li Serê Kanî êrîşî ofîsa ENKS kir
Ciwanên PYD (Ciwanên Şoreşger) li Serê Kanî êrîşeke dijwar birin ser ofîsa ENKS, ala Kurdistanê daxistin û şewitandin. Ciwanên PYD li Serê Kanî jî ji aliyê asayîşê ve hatine parastin.


































