Serrûpel 2016

Arşîva salane: 2016

Axaftina serok Barzanî li ser Şengalê (vîdyo)

Di bîranîna 2.mîn salvegera komkujiya Şengalê de (03.08.2014) li Duhokê merasîmeke mezin bi rêve çû. Di merasîmê de serok Barzanî axaftinek pêşkêş kir.

Kurê Erdogan eger biçe Îtalya wê were girtin

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di hevpeyvîneke xwe de ji bo televîzyona Îtalî Rai-2 axifî û rexne li dadgehên Îtalya girt û got li şûna li ew li pey kurê wî ne, bila biçin li pey mafya îtalî bigerin. Li ser vê axaftina Erdogan, serokwezîrê Îtalya Matteo Renzi, li ser Twittera xwe nivîsand, "Li Îtalya dadger û dozger li gor yasa û huqûqê tevdigerin, ne li got serokomarê Tirkiyê". Bi sûcê spîkirina pereyên reş karê ne yasayî dozgerên Îtalî li pey kurê Erdogan, Bilal Erdogan in.

Vîdyoya teqandina ofîsa PDK-S li Girkê Legê derket

Di vîdyoyê de, jineke ku rûyê wê veşartiye, bi şev diçe pêşiya deriyê PDK-S, dînamîtê dixe derî û agir pê dixîne û piştre jî ji cihê bûyerê bi dûr dikeve. Ew jina ku PDK-S dibêje ew milîtaneke Tevgera Ciwanên Şoreşger e, ya ser bi PYD ve, duh dînamît saet 2 û nîvê şevê bi cih kiribû û teqandibû, di saeteke wiha de ku kesek li ofîsê tune be. Wê teqînê ziyaneke mezin gihandibû ofîsê û malên derdorê. Duh di civêneke rojnamevanî de, rayedarên PDK-S ew êrîş şermezar kiribû û xistibû stûyê PYD.

Mijdên: Ez gelekî ji Anal-Sex ditirsim (foto)

Stranbêja Kurd ya Mijdên ku bi belavkirina fotoyên xwe yên seksî di tora civakî de bala xortan dikişîne ser xwe, li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha nivîsandiye: Ez ji seksa ji pişt ve (anal) hez nakim, gelek kurr wê seksê dixwazin, ew dibe sedema nexweşiyê seksî, dibe sedema nexweşiya aids.

Sirrê vî sûretî eşkere bû (foto)

Çend wêneyên romantîk di navbera serokê Emerîka Barak Obama û kandîda demokratan ji bo serokatiya Emerîka Hillary Clinton, bûn sedema derketina gelek prolemîkan. Ev wêne li eyaleta Pennsylvania roja 27.07.2016 hatiye kişandin, dema ku Obama beşdarî kampanya Clinton bû û piştgiriya wê kir.

Xwestin xwe bikin weke Kim Kardashian (foto)

Jordan James Parke (25) û James Holt (22) lêvên xwe tijî botox kirin û xwestin xwe bikin weke Kim Kardashian. Li ser Facebookê wêneyên xwe belav kirin û pirs kirin: Kî ji me bêhtir teşbîhî Kim Kardashian dibe?

“Qamişlo ne bajarekî Kurdî ye“

Serkirdeyê PKK û yek ji sanuqên reş yê wê partiyê Riza Altun ku kesekî navdare di nava PKK-KCK de, di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Libnanî El Seffîr (nêzîkî Hizbullaha Libnanê ye) got, wan sîstema kantonan ji bo rojavayê Kurdistanê danîn û PKK navê kantonan li rojavayê Kurdistanê kir.

Dibe ku asayîşê nedîtibe?!!!

Kamyon di pêşiya asayîşê der derbas bû, û li Taxa Xerbî teqiya, di ser gelek seytereyan re derbas bû, dibe ku asayîşê nedîtibe?! Bersiv li cem asayîşa PYD ye....

Nahêlin birîndar werin başûr

Berpirsa tendurustiya Kantona Cizîrê Ebîr Esaf dibêje ew nahêlin ku birîndarên teqîna Qamişlo derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û li wê derê werin dermankirin. Dibêje, nexweşxaneyên me têra wê yekê dikin ku birîndaran derman bikin. Ew rast nabêje, ji ber ku ne nexweşxane têra dermankirinan dikin ne jî derman heye. Tiştek were serê birîndaran berî her kesî Ebîr Esaf û kantona Cizîrê ya ser bi PYD ve berpirs e.

“PYD nahêle derman bigihê nexweşxaneyan”

ENKS dibêje dermanê ku ji başûrê Kurdistanê ji bo birîndarên teqîna Qamişlo hatibû şandin, PYD dest danî ser wan û ew xistine depoyên xwe li bajarê Dêrikê.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com