Edhem Barzanî dibe berpirsê PDK li Silêmaniyê
Çavkaniyekê ji polîtbîroya partiya Demokrata kurdistanê ji rûdawê re ragihand ku wê partî li silêmaniyê guhertina di serkirdayetiya xwe de çêbike û Edhem Barzanî wê bibe serokê encûmena serkirdayetiya pdkê.
Sûr-Amed: 3 mehin qedexe berdewam e
Qedexeya çûnûhatinê li Sûra Amedê ket roja 90 yanî sê mihan, û heta niha hîn şer û operesyonên hêzên ewlekariyê û artêşa Tirkiyê lê berdewame.
Roja 28 sibatê li Sûra Amedê di dema êvarê de di nav 10 deqan de dengê 7 teqînên mezin jê hatin bihîstin, û roja beriya wê jî deh teqîn, lê heta niha derbarê encamên wan teqînan ti agahî neketine dest.
Binêrin ji bo çi ji PKK cuda bû!
AVESTA KURD - Ji ber ku nikaribû kiryarên PKK li Sûriyê tehemul bike û êrîşa li ser ala Kurdistanê li rojavayê Kurdistanê qebûl nekir, tevî grûpek hevalên xwe ji PKK cuda bû.
Mihemed Ismet (Heval Nazim) ji Qendîlê çûbû rojavayê Kurdistanê û yek ji berpirsên herî bilind bû, ji aliyê Qendîlê ve berpirsê dosya rojavayê Kurdistanê bû.
Asayîşa PYD li Efrînê xortan bi zorê dibe eskeriyê
Leşkeriya bi zorê li bajarê Efrîn yê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û li gelek bajarok û gund û navenda bajêr,hejmarek ji xortan hatin girtin.
Barzanî: Ji min dest pê bikin!
Rayedarekî PDKê eşkere kir ku Serokê PDKê Mesûd Barzanî li ser encamdana reforman gotiye, “bila reform ji min dest pê bike”.
Tirkiyê televîzyona IMC ji Turksat avêt
Rêveberê Giştî yê imc TVê Eyup Burç derbarê girtina televîzyona wan de got, weşana imc TVê bê hiqûk hatiye sekinandin.
Nivîsek li ser Hesenê Metê
Li taxeka derdora Stockholmê, li xaniyeke biçûk ko bêhna pirtûk û bîranînên kevin jê têt, nivîskarê kurd Hesenê Metê ji mêvanên xwe re dergeh û dilê xwe vedike.


































