Amerîka dibêje pêwendiya wê ligel YPG demkî ye
Amerîka şêweya pêwendiya xwe ligel şervanên YPG li Rojavayê Kurdistanê eşkere dike û dibêje ew û pêwendî demkî ye û tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê ye.
Alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê Jonathan Kohen dibêje: “hevkariya wan ligel YPG pêwendiyeke ku li meydana şer hatiye çêkirin, û ew bi awayekî demkî li ligel YPG û HSD di pêwendiyê de ne.
Heftiyekê berî serdana Erdogan bo Amerîka, Washingtonê biryara pirçekirina YPG da, Tirkiye jî bi îsrar dixwaze ku bi tu awahî Emerîka alîkariya YPG neke.











































