ENKS biryara xwe da: Êdî beşdarî civînên Cinêvê nabe…
Agahiyên gelekî nû li cem me hene, di derbarê derketina krîza di navbera ENKS û opozîsyona Sûriyê de li Cinêvê.
Îro cara yekemîn ENKS bi...
Bavekî ji Kobanî navê kurê xwe kir Trump
Bav û diyeke ji Kobanî, navê kurê xwe guhertin û navê serokê Emerîka Trump lê kirin.
Zarokê ku berê navê wî Rohan Mistefa Elî bû, êdî navê wî Trump Mistefa Elî ye.
Trumpê zarok, li başûrê Kurdistanê li Hewlêrê li taxa 3 taqan, roja 8 meha 8 2015 ji dayîk bûbû.
Bavê Trump Mistefa Elî Ebde ragihand ku, ji ber piştgiriya Trump ji bo Kurdên Sûriyê wî, weke baştiyekê, navê kurê xwe guhert.
Piştî ku Kobanî hatibû kontrolkirin û ji destê Daişê hatibû derxistin, malbata Trum ji Hewlêrê vegeriya bû Kobanî û niha li wê derê dijî.
Asayîşê bi zorê ew ji mala wî derxist
Asayişa Rêveberiya Xweser ya Girkê Legê, endamê serkidayetiya PDK-S Hisên Silêman ji mala wî derxist.
Êdî ji Cinêvê bultenê pêşkêş dikim (vîdyo)
Hewlêr - Rûdaw: Pêşkêşvanê navdarê Tora Medyayî ya Rûdawê, Dilbixwîn Dara îşev di bultena nûçeyên Rojava de xatirê xwe xwast û ragihand, ku ew dê bi tîmeke Rûdawê re biçe Cinêvê, daku zanyariyên herî nû yên danûstandinên Cinêvê di zûtirîn dem de bigihînin temaşevanên Rûdawê.
Barzanî li Pêşmergeyên Rojava axifî
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Minchen, di dema hevdîtina ligel serokwezîrê Tirkiyê li ser mijara vegera pêşmergeyên rojava bersiva rojnamevanan da.
Serok Barzanî got, ji xeynî PYD mafê Kurdên din jî heye ku li ser axa xwe bin.
Barzanî her wiha diyar kir: Em îro li ser vê babetê neaxifîn, lê meseleya ku hûn behis dikin, vegera pêşmergeyên Kurdên Sûriyê ye. Heqê wan heye ku li ser axa xwe bin, em piştgiriya wan dikin ji bo ku vegerin ser axa xwe.
Dilniya Rezazî klîpeke nû derxist (vîdyo)
Hunermenda Kurd Dilniya Rezazî ragihand, roja 14 Sibatê ku “Roja Evîndaran” e straneke nû belav kir. Dilniya keça hunermendên navdar nasir Rezazî û Merziye Rezazî (1958 - 2005) ye.
Strana nû ya Dilniya Rezazî “Ke Şew Dadê”, awaza Muhsên Hisên Por e, aranjekirin jî ya Şahlayî û Ferhad Hisên Por, karê klîpê jî li Stockholmê pêk hatiye.
Barzanî û Ebde civiyan
îro, roja yekşemê, di çarçoveya hevdîtinên konferansa ewlekariya cîhanî de li Miyonix, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Hevpeymaniya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê Enes El-Ebde li hev civiyan.
Piştî civînê, serokê Hevpeymaniya Oposizyona Sûriyê Enes Ebde, hevdîtina li gel serok Barzanî weke hevdîtineke stratejîk û gelekî girîng bi nav kir.
Işik: Em nahêlin PYD beşdarî Cinêvê bibe
Wezîrê bergiryê yê Tirkiyê Fikrî Îşik li konferansa Miyûnşinê bersiva pirseke tora medyayî ya Rûdawê di derbarê Rojavayê Kurdistanê da û got, ku PYD ser bi PKKê ve ye û ew nûneratiya Gelê Kurd li Sûriyê nake.
Işik eşkere kir, ku pêwendiyên wan yên baş ligel Kurdên Sûriyê hene û wan Kurdên Sûriyê hembêz kirine lê dazanîn, ew naçarin bêjin PYD rêxistineke wiha ye ku baweriya wê bi aştyiyê nayê û li gor gotina wî PYD rêxistineke terorîst e.
Wezîrê bergiriyê Tirkiyê derbarê Cinêv 4 de jî ji Rûdawê ragihand, ew nahêlin PYD beşdarî danûstandinên Aştiyê bibe.
Parlamenterê Kurd Imer Osê di nava şandê de ye
Parlamenterê Kurd di parlamentoya Sûriyê de Imer Osê ji Avesta re ragihand ku ew yek ji endamên serekeye di nava şanda hikûmeta Sûriyê de ji bo danûstandinên Cinêvê, ku wê roja 23 vê mehê, ji bo çareserkirina krîza Sûriyê were li darxistin.
Imer Osê, Kurdekî ji rojavayê Kurdistanê ye, serokê Insiyatîva Niştimanî ya Kurdên Sûriyê ye, li Şamê dimîne.
Serok Barzanî peykerê pêşmerge da James Mattis
Serok Barzanî beşdarî konferansa Monchen ya ewlekariyê bû û li wê derê gelek hevdîtinên dîplomatîk ligel serkirde û rayedarên welatan pêk anî.
Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe de ligel wezîrê bergiriya Emerîka James Mattis, peykerê pêşmerge pêşkêşî wî kir.

































