Tirkiyê û Siûdiyê li ser PYD li hev kirin
Yekemîn civîna desteya hevkariya di navbera tirkiye û Suudî de li Enqere hate kirin.
Piştî civînê wezîrê derve yê tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragehand ku wan ligel Siûdiyê li ser wê yekê lihev kirine ku di çareseriya kirîza Suriyê de alîkar be.
Wezîrê derve yê Tirkiyê careke din bi tûndî êrîş bire ser PYD û YPG û got, tevî ku ji aliyê îdolojî ve ji hev cuda ne, lê tu ferq û cudahê di navbera wan û DAIŞê de tine ye û eşkere kir, berê wan û Arbistana Siûdiyê ji rêveberiya berê ya Amerîka xwestibûn, alîkariya YPG nekin, lê îdareya Obama bi gotina wan nekir û di şerê li dijî DAIŞê de alîkarî da YPGê.
Wezîrê derve yê Siûdiyê jî di axaftina xwe de bal kişande ser xetera Îranê li ser herêmê.
Cibêr got, PKK û PYD du rêxistinên terorîst in.
Leyla Zana hate girtin û berdan
Parlamentera HDPê ya Agiriyê Leyla Zana îro li ser rêya navbera Farqîn û Amedê hate desteserkirin.
Berpirsê krîza mazotê li rojava PYD ye
Piştî destpêkirina pêla serma û seqemê li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê krîza sotemeniyê derket. Çavdêrek ji Rojava jî dibêje, berpirsê vê krîzê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye.
Asayîşa PYD 8 girtiyên ENKS serbest berdan
Îro, Asayîşa Rêveberiya Xweser li Zindana Elaya 6 endam û serkirdeyên ENKSê serbest berdan ku 4 kes ji wan ji 15ê Tebaxa 2016an ve, di dema pêşwazîkirina cenazeyê pêşmergeyê şehîd Hebîb Qedrî de hatbûn girtin. Lê tenê rojnamevan Alan Selîm hîn di zindanê de girtî maye.
Di heman demê de jî Asayişa Efrînê li Rojavayê Kurdistanê 2 endamên ENKSê serbest berdan ew jî Izet Kurdî, û Ehmed SÎdo ne.
Xortekî ji Kobanî li Ruha hate kuştin
Li bakurê Kurdistanê bajarê Ruha, xortekî ji Kobanî ku zavayê mehekê bû, Izedîn Ebîd Kerho hate kuştin. Heta niha sedema kuştin wî ne diyar e.
Şervanek û Selfie bi zirîpoşa Emerîkî re(FOTO)
Tank, zirîpoş û çekên giran ku Emerîka dane HSD careke yekemîn eşkere bûn.
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Telal Silo berî çend rojan ragihand ku çekên Emerîka ji wan re şadibûn gihiştine wan û ewê wan çekdan di şerê kontrolkirina Reqa de bi kar bînin.
Lê berdevkê YPG, ku hêza sereke ye di nava HSD de, Rêdûr Xelîl ew daxuyaniya Telal Silo ne rast derxist û ragihand ku tu çekên Emerkî neketine dest wan.
Di van wêneyan de diyar dibe ku çek ketine destê HSD û şervanên YPG û YPH selfiya xwe bi tank û zirîpoşên emerîkî re digirin.
Alîkariya ku berê jî ji aliyê Emerîka ji HSD û YPG re çûbû, bû sedema derketina nakokiyan di navbera Tirkiyê û Emerîka de.
Li Reqa nêzîkî 300 hezar kes dijîn û 90 km. ji Tirkiyê dûr e.
PYD 5 berpirsên xwe yên qaçaxcî girtin
Hêzên eskerî yên ser bi PYD ve, di operasyonekê de 5 berpirsên xwe, bi sûcê qaçaxcîtî û çetetiyê girtin.
Ew kesên ku hatine girtin, pere ji xelkê standine ji bo ku rê ji wan re vekin derkevin, qaçaxcîtî kirine. Ew kes li Hesekê hatine girtin.
Yek ji wan kesên ku hatine girtin, Lewend Hesekê bû ye, ew kadroyekî bilnid yê PYD bû ye, fermandrê grûpeke ciwanên PYD bû ye, yên bi navê Ciwanên Şoreşger.
Her wiha, ev kes ji aliyê polîsên eskerî yên PYD ve hatine girtin: Munîr Mihemed, Mehmûd Fellûh (Abû Şaalan), Salih Şêxo (Abû Samir).
Her wiha asayîşa PYD 2 berpirsên asayîşê li Hesekê Eyad Xelîl (Abû Talib) û Telah El Telah (Abû Xelef) jî girtin.
Sûcê wan kesan ew bû ku ticareta xelkê dikirin û bi karê qaçaxcîtiyê radibûn, derman, xwarin, petrol bi qaçaxî difrotin.
Lewend Hesekê ji bo zindana Dêrikê hate şandin, Tellah jî şandin Qamişlo.
Destê serokwezîr di azadkirina Tirk de hebû
Li gor zanyariyên AVESTA yên taybet û piştrastkirî, destê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di azadkirina siyasetvan û şaredarê Mêrdînê Ehmed Tirk de hebû.
Ji bo azadkirina Ehmed Tirk, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, pêwendiyên xwe ligel rayedar û berpirsên bilind yên Tirkiyê bi kar anîn, û gelek caran daxwaz kir ku rewşa tendurustiya Ehmed Tirk li ber çavan bigirin û wî azad bikin û di encama wî karî de duh roja 03.02.2017 Ehmed Tirk hate azadkirin.
Ahmet Turk roja 17ê Mijdara 2016 bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji kar hatibû dûrxistin.
Turk roja 24 mijdarê jî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve bi tometa “Endamtiya rêxistineke terorîstî” hatibû girtin.
Wê PYD ji bo her qurbaniyekî 3.5 mîlyon lîre bide
Rêveberiya Xweser li Kobanî bi malbatên qurbaniyên ku li ser destê Asayişê sala 2013an li gundê Til Xezal hatibûn kuştin li hev hat.
Li gorî zanyariyan, Rêveberiya Xweser daxwaza lêborînê li malbatên qurbaniyan kiriye û malbata her qurbaniyekî bi 3.5 milyon lîreyên Sûrî tawîz kiriye.
Li gorî heman zanyariyan, malbatên qurbaniyan PYD weke aliyêkî lihevhatinê qebûl kirine ne ku weke serpereştê wê lihevhatinê, yanî ew malbat PYD di kuştina wan qurbaniyan de weke şerîk hesibadine.
Malbatên qurbaniyan herwiha red kirine ku di lihevhatinê de ala PYD yan jî ya her saziyeke leşkerî ya ser bi PYD ve were nîşandan.
Riojnamevan Welat Bekir ku bi xwe xelkê gundê Til Xezalê ye, ji tora medyayî ya Rûdawê re got ku ev lihevhatin delîla wê yekê ye ku PYD komkujî li dijî kesên sivîl yên bêguneh kiribû û tevahiya tiştên ku medyaya PYD li ser wan qurbaniyan digotin derew bûn û tenê ji bo xapandina raya giştî bû.
Di dema bûyerê de, medyaya PYD gotibû ku gundiyên Til Zezalê yên ticareta heşîşê dikirin êrşî endmên asayîşê kiribûn, û şer di navbera her du aliyan de derketibû.

































