Êdî di mobila xwe de bi kurdî-latînî binivisînin
Êdî hûn dikarin, bi rihet û bê problem di telefona xwe de, ya ku sîstema wê androîd e, bi kurdî binivisînin. Hem bi kurdî latînî, hem jî bi kurdî aramî.
Sîstema Androîd ya telefonên Mobayîl, Keybordeke taybet çêkriye û bi wê keybordê ku di nava sîstema Androîd de ye, kesên ku wan telefonan bi kar tînin, dikarin ji Google Play daxînin.
Navê wê di Google Play de, G-Board e, ji aliyê şîrketa Google ve hatiye çêkirin.
Daxistina wê jî gelekî rihet e, derbasî nava Google Play bibe, û ji wê derê biçe G-Board, piştre keyboarda xwe daxîne û êdî bi kurdî, çi bi latînî çi jî bi aramî binivisîne.
Sibe Jan Dost romana xwe li Bonnê îmze dike
Navenda YASA şeveke wêjeyî li bajarê Bonnê bi amedebûna: Bîlel Hesen, Jan Dost, Hoşeng Osê û Îdrîs Omer li dardixîne.
Her nivîskarek wê pirtûkek xwe pêşkêş bike û berisivê pirsên beşdaran li ser pirtûkê bide.
Dem:
Roja Yekşemê 05.02.2017 katjimêr 17:00
Migrapolis
Brüdergasse 16-18
53111 Bonn
100 Mîlyon Dolarên wê yên şexsî hene
Stêrka magazînê Paris Hilton, dibêje ew gelekî poşman bûye ku fîlêm û wêneyên xwe yên porno-seks di medyayê de belav kirin û wicdana wê gelekî diêşe. Hevalê wê Solomon ku demekê pêre mabû û dixwest pêre bizewice, dev jê berda û ew fîlmên ku bi hev re kişandibûn, heta niha di internetê de li pêşiya her kesî ne. Paris Whitney Hilton, di sala 1981 de li New York li Emerîka ji dayîk bû ye, warîsa rêze otêlên Hilton e.
Li gor sala 2006, rojane qezenca otêlên Hilton 1 mîlyon dolar e, her otêlek li ser hem rojane nêzîkî 5 hezar dolar qezenc dike.
Çima nikare vegere welat? Kî nahêle? (vîdyo)
Siyasetmedar û çalakvanê Kurd Şêrwan Îbrahîm, ku berê yek ji berpirsên PYD bû, di vîdyoyekê de ku li ser hesabê xwe yê Youtube belav kir, dibêje ku qedexeke ew vegere welatê xwe û nikare biçe serdana Qamişlo, ew bi xwe ji Qamişlo ye, û hemwelatiyê Hollanda ye.
Netirs û nêçîrvanê DAIŞiyan bû (vîdyo)
Lîwa û pêşmergeyê qehreman Wehîd Kovilî, ku di dilê Daişê de weke tirsekê bû, li Duhokê di encama celteya mêjî de jiyana xwe ji dest da.
“Eger pêşmgeryên rojava werin wê şer derkeve”
Serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji ajanseke ser bi PYD ve axifî û diyar kir ku li dijî derbasbûna pêşmergeyên rojava ne û qebûl nakin ku ew pêşmerge derbasî rojavayê Kurdistanê bibin.
Aldar Xelil her wiha idîa dike ku Tirkiyê û PDK li hev kirine ku li rojavayê Kurdistanê hinek herêm bo Partiya Demokrata Kurdistanê werin teslîmkirin.
Li gor idîaya Aldar Xelîl, PYD xwestiye bi riya rêxistinên weke Cebhet El Nusra bikeve rojavayê Kurdistanê û dagîr bike lê bi serneketiye.
Serkirdeyê Tev Demê Aldar Xelîl, dibêje Tirkyê dixwaze ciwanên rojava ku navê Pêşmergeyên rojava li wan dikin, bibe cem xwe ji bo berjewendiyên xwe wan bi kar bîne.
Aldar Xellî diyar dike ku ew naxwazin şerê biratiyê bikin lê eger pêşmergeyên rojava derbas bibin wê şer derkeve.
Kurd ji mazota xwe mehrûm in! PYD çi dike?!
Petrola Sûriyê ji rojavayê Kurdistanê ji bîrên petrolê yên Rimêlanê derdikeve, lê xelk bê mazot e, milet di nava vê zivistan û berfê de perîşan bû ye. Petrola Kurdistanê heta bi Minbic, Bab û Şamê diçe, lê lîtrek mazot bi destê Kurdên rojavayê Kurdistanê nakeve. Ticarên PYD mazotên ji Kurdistanê didizin û xelkê bêmazot dihêlin. Ev wêne ji Kobanî ye, xelk li ser dor mazotê sekiniye.
Serokwezîr ligel kurê xwe di nava berfê de ne (foto)
Serokwezîr ligel kurê xwe di nava berfê de ne (foto)
Şervanekî YPG yê Brîtanî li Reqa întîhar kir
Şervanekî YPG yê Brîtanî li Reqa xwe intîhar kir.
Li gor raportê bijîşkî, şervanê bi navê Riyan Lok, ku şervanekî YPG bû, û li Reqa şerê Daişê dikir, intîhar kiriye.
Medyaya brîtanî jî dinivisîne, ji bo ku neke destê Daişê, wî bi tifinga xwe xwe kuştiye.
Riyan Lok yê 20 salî bû, û hate ragihandin ku wî devê tifingê xistibû bin çena xwe û dawî li jiyana xwe anîbû.
Tevî Riyan Lock, hejmara welatinê brîtanî ku di nava YPG de jiyana xwe ji dest dibe 3 kes, wezareta derve ya Brîtanya jî ji welatiyên xwe daxwaz kir ku ew neçin Sûriyê.
Henek bi Trump nabin (vîdyo)
Binêrin serokê Emerîka Donald Trump çi tîne serê showmenê boksa emerîka Vince McMahon.

































