Berdevkê Pentagonê got YPG li Efrînê bi wan re şerê Daiş nake.
Îrîk Bahon, berdevkê Pentagonê ji bo karûbarên rojhilata navîn, ragihand ku HSD bi wan re şerê Daişê dike, lê li Efrînê tu pêwendiya wan bi hêzên kurdî re tune, û ew ligel Emerîka şerê Daişê nakin.
Bahon di hevpeyvîneke xwe de ji bo rojnameya Siûdî El Riyad, li ser derbasbûna hêzên Tirkiyê ji bo nava herêma Efrînê, eşkere kir ku, ku ew êrîş wê bibin sedema koçberbûneke mezin û wê gelek sivîl bibin qurbanî, Emerîka jî wê yekê naxwaze.
Rayedarê Pentagonê her wiha diyar kir ku, ew û Tirkiyê bi hev re di pêwendiyê de ne ji bo ku li ser sînor alozî dernekevin û ew niha zêdetir tekeziyê li ser şerê Daişê dikin.
Li gor rojnameyê, berdevkê Pentagonê gotiye ku ewê piştî Daişê jî demeke dirêj li Sûriyê bimînin.












































