Ev 2 rojin nûçeyeke ne rast li ser YPG di nava medyayê de belav dibe.
Çi ye ev nûçe?
Bi zimanê Ibrî, wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avigdor Liberman behsa
wan hêzan kiribû ku Îran piştîvaniya wan dike.
Di nav wan hêzan de navê hêzên Quds (Feyleq Qudus) hatibû, lê ji
aliyê ajansa frensî şaş tercume kiribû û li şûna QUDS kiribû
KURDS, yanî Îran piştgiriya hêzên kurdî (YPG)dike li Sûriyê,
şaşiya tercumê her tişt tevlî hev kir.












































