Rojnamevan û serokê dezgeha Berçav Farûq Hecî Misfeta, ku ev demeke dûr û dirêj bû zarok jêre çênedibûn, piştî 20 salan keçek ji wî û xanima wî Emîne re çêbû.
Nav li keça xwe kirin Ruha. Eger kur ba, wê Farûq Hecî Mistefa navê birayê xwe Nîzar lê kiriba.
Tendurustiya zarok û diya wê jî gelekî baş e.
Hatina Ruha li ser xêrê be, temen dirêj be û bi bav û dê mezin bibe.