Rêberê PKK Abdullah Ocalan peyama sersalê belav kir, têde behsa rêkeftina 10 Adarê kir ku di navbera fermandarê giştî yê HSD general Mezlûm Ebdî û serokê Sûriyê Ehmed Şeri de hatibû îmzekirin, xwest ew rêkeftin pêk were.
Ocalan di nameya xwe de got, pêkanîna rêkeftinê wê pêvajoya li Tirkiyê rihet bike.
Nameya Ocalan bi vî awahî ye:
“Sala nû bila bibe sala aştiyê ne ya şer
Ber bi sala nû ve em neçar in careke din bi bîr bixînin, bê êrişên emperyalîst ên sedsala derbasbûyî û neteweperestiya ku di zikhev de bi rê ve çûn, Rojhilata Navîn çawa xist nava şerê giran, hilweşîn û cihêbûna civakî. Mezhebperestî û neteweperestiya nijadî ya heyî xwe dispêrin vê dîroka nêz a bi êşê dagirtî. Mixabin pergala hegomonîk, bi stratejiya ‘parçe bike û bi rê ve bibe’ bi awayên cuda tê dewamkirin.
Ji ber vê yekê, li gel zor û zehmetiyan hemûyan perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk ku me afirand ne tenê tercîhek e, di heman demê de mecbûriyeteke dîrokî ye li ber me ye. Eger ev perspektîf rast were fêhmkirin û were nirxandin, wê pêşî li şer bigire û li dijî vê yekê jî wê netewe hemû bi awayekî wekhev û jiyanek azad bi hev re bijîn. Eger yekîtiya gelan çêbibe wê ev bibe jehrkuja li dijî şer. Di serdema pêş de berpirsiyariyek me ya dîrokî û bingehîn heye; ev jî ew e ku em dikaribin pêşî li şer bigirin û em ê li pêşiya encamên felaketî bigirin.
Şer û krîzên li Rojhilata Navîn giran bûne, encameke rewşa xitimandî ya feraseta şaristaniya dewletparêz e ku xwe dispêre desthilatdarî û despotîzmê ku bi hezaran sal in dewam dike.
Pirsgirêka Kurd di navenda van krîzan de cih digire. Çareseriya pirsgirêkê jî dikare bi aştiyek civakî û lihevkirinek demokratîk pêk were. Pirsgirêk ne bi rêbazên şer, leşkerî û ewlekariyê lê dikare li ser zemînek demokratîk ku îradeya gelan ji xwe re esas digire were çareserkirin. Gelekî girîng e ku bi vî rengî bê nirxandin.
Divê em ji bîr nekin ku heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe. Heta ku pirsgirêka zîhniyeta serdest a mêrsalar neyê çareserkirin, çanda şer bi dawî nabe û aştî jî mayînde nabe. Ji ber vê yekê ez azadiya jinan, wek avakarê civaka demokartîk û rêgeza jêveneger dibînim.
Li Sûriyeyê jî tabloyek kaotîk derketiye holê. Pir bi awayekî eşkere li benda çareseriyek demokratîk e û vê hewcedariyê dixwaze. Feraseta rêveberiya ku bi salan xwe li ser yekperestiyê, zext û înkarkirina nasnameyan bi rê ve bir; êdî ne mimkûn bidome û vê yekê daxwaza wekhevî û azadiya Kurd, Ereb, Elewî û hemû gelan bi hêz kiriye. Di navbera QSD û rêveberiya Şamê de Peymana 10’ê Adarê hatibû îmzekirin. Di çarçoveya vê peymanê de daxwazên ku tên ziman, modelek siyasî ya demokratîk e ku hemû gel ango netewe bi hev re xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev nêzîkatî dikare bi rêveberiya navendî re muzakere bike û zemînek entegrasyona demokratîk di nav xwe de bihewîne. Bicihanîna Peymana 10’ê Adarê wê pêşî li pêvajoyê veke û di heman demê de bi pêş bixe.
Gelekî girîng e ku Tirkiye di vê pêvajoyê de bi rola hêsanker, çêker û diyalogê rabe. Ev yek hem ji bo aştiya herêmî hem jî ji bo xurtkirina aştiya navxweyî pir krîtîk e.
Dîroka Rojhilata Navîn a modern, bi giranî dîroka ‘şoreşên neyînî’ ne. Şer, zordarî, înkar û hilweşîn… Li hemberî vê yekê jî pêşniyara me ‘şoreşa erênî’ ye. Ango jinûve avakirina civakê ya bi şêwazên demokratîk, aştiyane û exlaqî. Aştiya ku em bi israr diparêzin ne encamek e, divê bibe destpêkek ji nû ve. Û têkoşîna maf, hiqûq û demokratîkbûnê ya di nava aştiyê de tê meşandin wê kîn, dijbertî û hêrsê ji holê rake û ji bo her kesî deriyê jiyaneke nû vebike.
Bi vê têgihiştinê hêvîdarim sala nû nebe sala şer, hilweşîn û cudabûnê; bibe saleke welê ku îradeya avakirina bi hev re ya paşeroja hevpar a gelan, aştî û lihevkirina demokratîk bi xwe re bîne.
Daxwaza min ew e ku sala nû li Tirkiye, Rojhilta Navîn û cîhanê, rê li ber aştî azadî û paşerojeke demokratîk veke. Di serî de sala gelên ku têdikoşin, ez sersala hemû dostan pîroz dikim.
Hêvî dikim ku sala nû ji bo tevahiya gelê me aştî û jiyaneke bi rûmet bîne, hezkirin û silavên xwe radigihînim.
Wê ev dem bi azadiya jinê xurt bibe, di nav aştiyê de gel wê bi demokratîkbûnê ve bibin yek.
30’ê Kanûna 2025’an
Abdullah OCALAN
Îmralî











































