Serrûpel Nivîskar Nameyeke vekirî ji bo weqfa Mezopotamyayê – I

Nameyeke vekirî ji bo weqfa Mezopotamyayê – I

Belav bike

 

Qurban dem bas,

spas ji bo we pir hêja mamosta, zana û seydayan, ku we ez jî ji civatê hesibandim û bi nameya xwe, we xwest ku ez ramanên xwe li ser xebatên we yên “Rêbera rastnivîsînê” û “Termên Rêzimanê” bibêjim.

Pêşî dixwezim li ser polîtîkaya ziman û perwerdeya kurdî çend tiştan bînim bîra we. Hemû millet û gelên li cîhanê karîne bi polîtîkayeke neteweyî, ziman û kultura xwe, reng, gihîştin û perwerdeya xwe bihonin, bigeşînin û biparêzin.

Piştê ku vana çêbûn, ziman, çand, perwerde dikare ji metirsîyê rizgar be.

Bê hiş û bê polîtîkayeke neteweyî, standartkirina zimanê kurdî, rizgarkirina wî ya ji asîmîlasyon û xweasîmîlasyonê û pê ra jî mijarên din biqasê rakirina çîyayê Sîpanê ne gengaz e.

Di navbera navê weqfa we û standartkirina zimên û vekirina zanîngehên kurdî da da pirsgirêk hene.

Gelo pêwist e, ez bêjim navê “Mezopotamyayê” ji kuderê tê, li kuderê tê kirin? Îcar jor û jêra wê jî heye.

Kurd herçiqas îro daketibin jêra wê jî, di eslê xwe da gelekî ji jora wê ne. Navê weletê ku Kurd li serê dijîn jî Kurdistan e. Ji bo jîyan û ewlehîya ziman û çanda kurdî, welat û dewletek pêwist e, ne herêm û cîhanek.

Ji bo mendele û neparastina pirçandîyê, hingî divê meriv ûmmetîst, înternasyonalîst û faşîst be.

Belê pirçandîya Mazopatamyayê biparêzin. Lêbelê pêşî mala xwe rizgar bikin ji êgir û lehîyê! Paşê herin hewarê cîranên xwe, hewara hêrêm û cîhanê. Mal wêran be, meriv here ya xelkê ava bike, rebenî û ehmeqî ye.

Di ser da jî qet meraq mekin! Rewşa ziman, çand û bawerîyên cîranên me ji yên me deh car standardtir, ewletir û parastîtir e. Yên kambax ên me ne.

Em behsa standartkirina zimanê milletekî dikin, ne yê eşîr û sazîyekê. We di nameye xwe da gotîye. “Ji ber şertên sînordar me nekarîye xwe bigihînin kes û sazîyên din!” Ev ne bahane ye ji bo armancên mezin. Nemaze di vê sedsalê da.

Herwisa jî tinebûna mamostayên ji Kurdên Ermenistan û Rûsyayê xwesma yên Êzîd, di bilindekomîsyona we da kêmasîyeke mezin e.

Çima bi van peyivên ku min nedixwest, min dest bi nameya xwe kir?

Çimkî ziman û çanda kurdî ev çendîn sal in hem di destên dewletên dagirker,  hem jî di destên partî û dezgehên kurdî da bûne pêleyîstok.

Qedexe û nenaskirina kultur û çanda kurdî li cem dewletên dagirker stratejîyeke bingeh e. Carinan sistkirina vê qedexeyê û belavkirina çend ulûfeyan, dayîna çend bermayîyan jî taktîkên wê ne.

Partî û dezgehên kurdî jî, bi şahaneyî bikaranîna zimanê dagirkeran û bi xemsarî piştguhkirina pirsgirêkê ra desteka herî mezin didin wê stratejîyê.

Ew di vir da bi carek ne ji dil in. Di ser da teqlîdkirina metod û awayên dagirkeran, mîna îlankirina “roj yan jî cejna zimên”, fermanên “Bi kurdî bixwîne, binivîse, bipeyive!”, ku dişibin slogana “Turkçe konuş, çok konuş!”, pirsgirêka zimên kirîye mîna leyîstok û xistîye bin lingan.

Ne di meha îlonê da du-sê roj şekilen boykota dibistanên tirkî û ne jî di nava “mîsaqê mîllîya tirkî” da vekirina zanîngehên kurdî, ti pirsgirêkê çareser nake. Oportunîstîya “çêtir e ji tinebûnê” nikare li ber rastîyê bibe perde.

Em bêjin hun li kêleka “M.Kemal ilkokulu”, dibistana destpêkê ya E. Xanîyî vekin, li pêşîyê giregir û qerase, Kurd dê zarên xwe di nava sînorên îroyîn û bi wê rûhê benî yê “Tirkîyeyî” bişînin kîjan dibistanê?

Dîsa di nava wan ruh û sînoran da hun zanîngehekê vebikin, gelo wê neşibe mînaka zanîngeha Seîdê Nursîyî, ku demekê dixwest li Wanê vebike?

Îro “Tirkîyeyî”, wê demê jî navê vê rûhê osmanî bû.

Bûye meseleya mişk û sivinikê.

Hê dibistanên me yên destpêkê tine, hun behsa zanîngehê dikin.

Hun ê zarokên pişaftî, bê xîm, bê destpêk, bê amadekirin di zanîngeha kurdî da çawa bi kurdî perwerde bikin?

We sihêr û pisporîyeke nepenî hebe, bêjin! Ez jî fêm bikim.

Nizanim. Çima Kurd evqas dem û xwîn winda dikin?

Gelo di genetîka kurdî ya polîtîk û civakî da problêmekê heye? Yan ez zênkor im.

Belê. Hem jî problêmeke pir mezin heye.

Di ti demên dîrokê de, bi ruh, nirx û derûnîya milletê Kurd evqas bi vê awaya zirav nehatibû lîstin, mîna ev bîst salên dawîyê.

Kêm û zêde ev lîstina bi derûnîya civakê li hemû parçeyên Kurdistanê ku êdî meriv bêzar û bêçare kirîye, heye.

Ji polîtîkayê bigire hetanê hez û evînê, tevlihevî, nakokî, sergêjî, serhişkî, şîloyî, beredayîtî û bi dehan nexweşîyên din bîhn li civakê xitimandine.

Îcar çawa di warê rastnivîs û rêzimanê kurdî da tevlihevî çênebe?

Ne sergêjî û tevlihevî, anarşî û teror heye di warê zimên da. Kî çawa bixweze gulleyan dibarîne, bombeyên xwe diteqîne têda. Rêbazek li ya din nayê, peyivek a din nagire.

Tenê zimanê mediyayê? Naxêr li nivîsekê mamosta yan jî pisporeke/î zimanê kurdî binihêrin, hun ê tê da çendîn nelihevhatin û şaşbûnan bibînin.

Hema di destpêka broşûra we da nelihevhatin xuya dibin. Hun dibêjin bila tîpên destpêkê yên sernîvîsan mezin be, we biçûk nivîsandîye.

Mîna: “Rêbera rastnivîsînê”, “Komxebata Kurmancîyê” “Kanûna paşîn – 2017″

Du rê hene: Yan wê ji bilî navê serenavan hemû navdêr biçûk bên nivîsandin, yan jî wek di almanî da hemû mezin. Hinek mezin, hinek biçûk, tevlihevî ye. Pêşnîyaza min ji bilî serenavan (ku ev jî dikarin reforme bin), hemû biçûk werin nivîsandin.

Sernivîs, dikarin sitûr, binxêzkirî yan jî hemû bi tîpên mezin jî bên nivîsandin.

Nabe ku tîpeke mezin a din biçûk be.

Çawa ku nevên mehan, demsalan biçûk bên nivîsandin, wisa navên cejn û rojên taybet jî. Ti taybetmendîyekê di navbera “poçika kerê” û “bihara erebî ” da tineye, ku we di buroşura xwe da “Bihara Erebî” nivîsîye.

Ez berîya ku çend gotin li ser dengên alfabeyê bêjim, dixwezim balê bikişînim li ser piralfabeyîya Kurdan. Ev bela di serî da dibe sedemê nefêmkirina hev.

Kurdên başûrî di alfabeya erebî da rijd in. Ji pispor û mamosteyekî kurdî pirtir, gotinên “işik okullari”, yên wezareta perwerdeya tirkî” yan jî yên îranî, erebî derbasbar e, li wê derê!

Sedemê nestandardîzeyîyê, ne tinebûna nevendekê an jî rêveberîyekê ye. (Ku hun di nameya xwe da behsa “navendek” dikin) Berevajî sedema sereke tevlihevîya rûhî û nezelalîya ramanê ye, ku ev her roj tê kûr, tûj û şîlokirin.

Armanca we ji “tunebûna navendekê” çi ye?

Navendeke ji hatina ba hev çend kesên hevsere, navendeke bi ser partî û rêveberîyekê va, bi tevê wê tevlihevî û segêjîya xwe va, wê vê derdê giran çareser bike?

Min guman hene.

Bi dehan “navend”, “înstîtût” û “rêveberî” hene, pirsgirêk mîna laşekî bîhn dide û dirize li erdê.

didome

Berlîn, 08 avrêl 2017

Ewdil Ararat (Evdila Dirêj)