Serrûpel Berhemên Nû Destana “Mihemed Henîfe” ji weşanxaneya AVA ji bin çapê derket

Destana “Mihemed Henîfe” ji weşanxaneya AVA ji bin çapê derket

Belav bike
Pirtûka destana Mihemed Henîfe ji 110 rûpelan pêk tê, ew ji amedekirin û pêşkêşkirina Imer Kalo ye, û çapa Yekem ji weşanên weşanxaneya AVA di BerÇilleyê sala 2019an de li Kobanî derketiye, û di dawiya pirtûkê de, hin wêne wekî nimûne ji destnivîsa destanê wekî belge hene.
Imer Kalo kopiyeke destnivîsa destana Mihemed Henîfe, ku di salên 70î yên sedsala borî de bi destên dayika wî Melîka Mihemed Ceifer hatiye kopîkirin, jê bidestxistiye, û tîpên wê ji erebî guhertine tîpên latînî yên zaravaya kurmancî ya zimanî kurdî, û Yekem car ew wekî pirtûk ji çapê re pêşkêş û amede kiriye.
Destana Mihemed Henîfe ji kevnê salan de devkî û wekî stran, û herweha wekî destnivîs di nava kurdan de hatiye gotin û kopîkirin, lê ev Yekem care ku wekî pirtûk ji aliyê weşanxeya AVA ya ku navenda wê ya sereke li Kobanî ye, tê çap kirin û weşandin.
Mihemed Henîfe destaneke wekî helbest bi zarava kurmancî ya zimanê kurdî ya herêma Kobanî û deyşta Sirûcê, û li hin deverên kurdan yên din hatiye gotin û bi destnivîs hatiye kopîkirin, bûyerên wê li ser lehengiya Mihemed lawê Elî Bin Ebî Talib û Henîfeya Romî li hember miletekî neyî misilman, û îslambûna keça serdarê wî miletî “Mînê” di bin bandora evîna Mihemed Henîfe de ye.