Serrûpel Berhemên Nû Beşîr Botanî: Hunermend Alan Botan (1959-2003)

Beşîr Botanî: Hunermend Alan Botan (1959-2003)

Belav bike
Ji aliyê rastê hunermend Alan Botan û hunermend Ferîd

Ez û Alan, 1988

Min ji sala 1986-1988´ê li “Urdin, Sûrya, Felestîn, Îsraîl û Misr“ kar dikir. Dema sala 1988´ê veger´yam Swêdê, carekê rêket hevalekî min li Stockholmê ez digel xwe birim dawetekê. Min jê pirsî “Zava kî ye?“ Wî got, ew Kurdekî Sûriyê ye û yekser bi min re babetekî dî vekir da ez pirsa xwe ji bîr bikim…

Min rojekê ew zava li ahengekê dît. Me pêkve axift û me hevdu jî nasî ku bapîrên me li Turkiya û Sûriyê di xweşî û nexweşiyan de her dem pêkve bûn. 

Bîranîna 15´ê ya Mistefa Barzanî´yê nemir

Alan  sala 1994´ê di bîranîna 15´ê de ya Mistefa Barzanî´yê nemir li Stockholmê beşdar bû û min ew dît, wî dîsan wek berê ji min re kada (behsa) stiranên xwe kirin ku wî bixwe li ser çiyayên rizgarkirî li Kurdistana Îraqê gelek stiran çê kirin û çend hunermendên Kurd û turk ji xwe re tomar kirine, lê wan navê wî nenivîsîne û mafê wî jî nedanê. 

Wî carekê wesan got min:

  • Hemû komelên Kurdan jî mafê min dixwin, min lewre xwe ji hemuyan dem bo demê dûr dixînim.

Min gotê: Te baş kiriye… Ez her telefona te dikim, lê tu bersivê nadî.

Wî got: Dema stiranbêj (??) telefona min dike, ez hejmara telefona xwe diguhurînim, û dema ew telefona min ya nû peyda dike, dîsan diguhurînim… 

Yekê pirsa Alanî dikir

Rojekê stiranbêjekê (?) ez dîtim û got min:

  • Hunermendekî Kurdê Sûriyê hebû navê wî Alan e, erê çi lê hatiye? Çima ne xuya ye?

Min gotê: Nizanim.

Lê wê nezanî ku hejmara telefona Alanî di berûka min de bû. Wê jî her dipirsî, lê hejmara wî her peyda nekir. 

Yekî ji Alanî stiran xwestin

Rojekê ez û Alanî li navenda Stockholmê hatin rastî hevdu û wî ji min re kada stiranbêjekî kir ku navê wî (??).

  • Ev stiranbêj dixwaze CD-yekê ji stiranên min tomar bike û dê mafê min jî bide min.

Piştî heyamekê dîsan me hevdu dît û got:

  • Ew stiranbêj li destpêkê stiranên min dixwaze û piştre dê mafê min bide min, lê xuya ye ku dixwaze min bixapîne, min lewre stiranên xwe nedanê. 

 

Stiranên Alanî

Alanî ji min re dem bo demê kada çend stiranên xwe dikirin. Wî carekê bi xweşhatina min kir ku serekî lê bidim û ez çûm xwaringeha wî û min li wêrê  pîtza xwar. Wî hingê got min ku wî xwestinek heye ku CD-yek bi awayekî rojavayî (wek stiranên dîskoyê) belav bike, lê dîtina wî ne bi dilê min bû, di ser hindê re çend kêmasiyên wî yên hunerî (rezm û akord), ziman û rêzimanî jî hebûn. Hingê wî li xwaringehê pir´ kar dikir, lewre nekarî li ser çewtî û kêmasiyên xwe raweste. Bi kurtî, wî got min ku ew dê navê CD-ya xwe bike (Şîn û Şadî), yê ku ji navê dîwana bavê min Sebrî Botanî hat wergirtin.

Piştî heyamekê Alanî li navenda Stockholmê ez dîtim û ji min re kada berhemekî xwe yê nû kir, yê bi awayekî Rojavayî bû, ku ew dê CD-yekê radestî xudan xwaringehekê bike. Ez rojekê çûm wê derê û min ew CD wergirt.   

Şiyarbûn

Alanî li rêzkên (3,5 û 6) ji vê stiranê çend çewtiyên ziman û rêzimanî hene:

Cana min ji min dipirsê

Cana min hew dipirsê

Pirsa cana min jîr e

Pirsa cana m´ kwîr û dwîr e

Kî milletê me kir jar

Kî me kir bêder- û war  

Ev stiranên he jî ji helbest û awazên Alanî ne; Min bêrya te kiriye, Serhildan jiyan e, Silêman û Can Canan im Şêrîn e û td. 

31 sal

Îsal dibe 31 sal ku ez kada Alanî dikim, anku ji 1988-2018´ê . Her wesan min gelek caran gotarên xwe li dor Alanî li nêtê jî belav dikirin û hejî gotinê ye tenbûrvan Nûrî Haco li Facebookê her dem kommêntên xwe bo min dinvîsîn. Ta ragehandinkar Muhsin Seyda´yî li heyva Oktobera 2018´ê têkeliya xwe bi min re xurt kir û digel min derbarê dîdarek digel Alanî axift. (Ya ku bi zimanê Swêdî bû ya rojnamevana Swêdî Ulla-Karin Sundin e, rojnama Nynäsmhamns posten, hejmar: 44, roja înê 23-06-1995´ê), wî xwest ew dîdar bo Kurdan aşkira bike, êdî wî ji Salih Kûbanî xwest ku ew gotar werger´îne bo zimanê Erebî û di malper´a (Madarat Kurd) de belav bike. Piştî hingê û her di heman malper´ê de  û di 13-11-2018´ê de, Şêrko Egîd´î jî gotarek li dor Alanî belav kir û nivîsî ku helbestên van herdu stiranên he (Wa hatin pêşmergên me û Hevalno) yên wî ne û awaz yên Alan Botan in, wî berê ji Alanî xwest ku navê wî “Şêrko Egîd“ li ser bergî nenivîse, lê mixabin e ku Alanî ev nihênî ji min re aşkira nekir.

Xwendewarên rêzdar min divê di dawiyê de bibêjim eger min çewtiyek yan kêmahiyek di vê gotarê de hebe, daxwaza lêbûrînê dikim û baş e eger hûn min agehdar bikin, sipas. 

Têbîniyek li ser wênê ku min ji çapê re berhev kiriye

Ji aliyê rastê hunermend Alan Botan û hunermend Ferîd  

Beşîr Botanî, botanibashir@gmail.com