Mîna gelekan min jî berîya 20-30 salan “i” ya kin bê nok “ı” a dirêj her wekî “î” dinivîsand.
Çima ku Bedirxanan ferimoyîne, sofî û sûxteyên wan li serê me dan heta li şûna “ı”, “i” yê bi me dan pejirandin. Şagirtek heta hînê vê “i” yê dibe du sal derbas dibin. Baş e çima li ser “e”, “u” ya kin nokek tine? Kes napirse.
Kê li ser çi mijarê pirtûkekê, tiştekî nivîsîbe, ma nabe “xwedaya/ê” wê mijarê. Bedirxanîyan hin tiştên baş kirine, kiribin, spas. Kesê/î bi zorê, bi lava bi destên wan girtîye ew anîne cîhana kurdî?
- û Kamûran Bedirxan heta ku mirin jî, mîna gelekên din behsa rewşenbîrîya xwe ya kesayêtosmanî nekirin. Li xwe mikûr nehatin. Wan tim xwe kher û mit kirin. Li ser wê pirtûkoka xwe ya “Edîrnenîn Sukûtû” ti gotinek negotin. Li ser wan helbestên xwe yên tûjtir ji yên M. Akîf, Z. Gökalp û N. Atsizî ti rexneyek li xwe negirtin, gotinek ji devê wan derneket.
Mezinên xelkê li dawîyê dixurifin. Ên me hem li destpêk û hem li dawîyê.
Ev e birîn. Îro jî xwînî û nekewî ye. Kîjanê rexne bikim, kîjanê nekim?
Zimanzan bû, nivîskar bû. Heta bi tirkî pirtûkekê nenivîsî, romanên xwe venegerandin tirkî ruhên xwe teslîm nekirin.
Di ser da bi navê wan pirtûkxane vedibin, pêşbirik saz dibin. Ev e rewşa me.
Ez nabêjim, şîr û hingiv im. Şaşî û kêmasîyên min derbastir bûn ji gunehên min.
Min berîya çend salan ji bo ciwanên li welêt, nivşên me yên winadbûyî pirtûkeke ziman çap kir, bi navê kurdî-kurmancîyê. Belku bişibe qedera çend xebatkarên vê warê, bi destûra we dixwezim çend gotinan li ser vê bêjim.
Ji alîyê pedagojîyê da pê bawer im. Lê heman tiştî nikarim ji bo zimanê wê bêjim.
Êdî kompûter jî ji xwe şerm dike, pirî ku min şaşî û kêmasîyên xwe xistin sitûyê wê. Min ew ji bo redaksîyonê dabû zimannasekî. Camêrî mala wî ava gelek demên xwe jî jê ra terxan kir. Hin şaşîyan sererast kir, hinan lê zêde kir, mêyan sitewirand, nêran xesand, da destên min.
Min bida çend kesên din, misoger dê hineke din tevlihev bûba.
Hemû armanca min ew bû ku ev pirtûk li Kurdistanê bigihîje destên xelkê, destên xwedîyên xwe. Destên zar û ciwanan, xwedîyê zimên ew in.
Piştê çapê, min ew şandibû ji bo înstût û sazîyên li wê derê jî. Min heta paşê ji “komîsyona kultur” a şaredarîya Amedê ra jî şand. Belkû bikare li welêt belav bibe. Camêran tenezulê bersîvdanekê jî nekirin..
Gerçî bazara pirtûkên kurdî kesat e, lê dîsa jî ji bo belavkirinê divê meriv bazirgan be. Ez ne bazirgan im.
Min ji yên başûr ra jî şandin. Ne bersîv, bilindebalayan daneyinîn refên pirtûkxaneyên xwe jî..
Niha ez û ew “kurdî û kurmancî” di odeyeke 37 mêtroqereyî da, bi hev ra kevin dibin û dirizin.
Navê pirtûka we “Rêbera rastnivîsînê” wêneyeke nebaş çêdike.
Hem ziman “standart” nebûye, hun dibêjin “rêber” û hin şaşî û tevlihevîyên din lê zêde dikin. Hem jî têgihîna “rêber” di hişmendîya kurdî da îmajeke xwe ya pir xirab heye, ku xelkê hiştîye û dihêle di labîrent û tunelên tarî da.
Di metodê da jî nakokî, nelihevhatin hene. We li hin rûpelan nivîsîye “rast-şaş”, li hinan nivîsîye, “Wiha binivîse – Wiha nenivîse”, ev ne pedagojîk e.
We pir baş kir, hun hatin ser rêya rast, ku dengdêrên dirêj wek resenîya xwe werin nivîsandin, li ber “y” nebin “i” û rê, rû, dê, dû, gû tev li hev nebin.
Serwext bikin! Çima we veqetandeka nebinavkirî ya ravekê “yeke”, kirîye “yeka”?, Dîsa li şûna “li kuderê”, we “li kê derê”, “nav borî”, “nav birî” nivîsîye? Ûwd..
Bi bawerîya min “cî” çêtir e, ji “cîh”.
We, di kişandina lêkera “hatin”da formê kevin “dihêm” hilbijartîye. Ev îro awaya “têm”, “têyî”, “tê(ye)” wergirtîye. piranîya xelkê jî wisa dibêje. Yanê ew mîna Lêkera “rûniştin” lêkereke nerêbaz e, heta ji wê jî wêdatir delodîno ye.
Li hin deverên Mêrdînê, mîna Erebên ku nû hînê kurdî bûne, parkîtên cînavên xwerû yên duyem û sêyem cî guhertine. Li şûna “Tu yî” dibêjin “Tu ye”, li şûna “Ew e”, dibêjin “Ew î”. Dema kişandina lêkeran da li şûna “Tu dixwî” dibêjin “Tu dixwe”, li şûna “Ew dixwe” dibêjin “Ew dixwî” ûwd. Divê bal bikişe ser vê jî.
Jixwe li şûna “tine”, “tune”ya çerçîyên Sêrtê yekser tansîyona meriv radike.
Navên hin ziman bajar û welatan bi tirkî hatine nivîsîn. Li gorî min ên nav kevanê rast in. Mîna, yûnanî, Yûnanistan (grekî, Grekistan), Spanya (Espanya), Meraş, Kurdoxli (Girgim, ?), Bitlîs (Bedlîs), Aywali (?), Sariqamiş (?)
Di nava navên parzemînan da Awustralya tine. Çima we li şûna wê “Okyanûsya” nivîsîye? Ne “Deryaya Spî”, “deryaya navîn” dê rasttir be.
Navên mehan li gorî min wiha bên nivîsîn çêtir e: “çile, sibat, adar, avrêl, gulan, hezîran, tîrmeh, tebax, îlon, cotmeh, mijdar, kanûn”
Li şûna “metre, lître”, “mêtro, lîtro ûwd” çêtir in.
Hingî hat gotin, ziman qerimîn, di derbarê peyivên wekhev de. We dîsa li şûna nebihîstinê (kher) da nivîsîye, “Ez ker im.” Dema tu wisa bêjî, ti gotin namîne ji bilî kenê. Her wiha “ka”, “kha”, “pir”, “pire”, “kêr” “kêhr”(mîna sûd=kelk) ûwd jî.. Divê bi tîpek, bi îşaretek ji yê din bê cûda kirin.
Ma feraseta O. Sebrî ji ya Bedirxanîyan tengtir bû, ku “kerr” yan jî “pirr” dinivîsî?
We pir cî daye peyivên erebî, ka di kurdî da çawa bên nivîsandin. Kesayet jixwe empatîmanyaq e û ji bîyanîtî û tevlihevîyê ra guncav e. Carek hun keysê bidinê, nema hun dê bikarin pêşî lê bigirin. Demek şûnda ev zimanê heyî jî wê neyê naskirin.
Du-sê şagirtên min ên dersa wêjeyê hene. Ez deh qulopanî diavêjim heta çend rêzik ji dîwana M. Cizîrî û ji Mem û Zîna E. Xanî bi wan didim fêmkirin.
Fêm nakim, we li şûna peyiva “gengeşe” ku resen kurdî ye, çima “minaqeşe” bi kar anîye, ku mîna şûjin diçike merivan?
Paşdaçekên “de-re-ve” wek “da-ra-va” bên nivîsandin wê çêtir be, ku piranîya Kurdistanê wisa dibêje.
Di mijara “pêşeroj û paşeroj” da hin peyivên wisa hatine çêkirin ku dîaloga M. Anter û Feqî Husên tîne bîra meriv.
“Rabirdû, dahatû, wê bê..” û nizanim çi?
Di terîmên rêzimanî da, em hînê “dema bê” bibûn, we gotîye “dahatû”. Ka bêjin ev peyîva çêkirî ya soranî çiqas dema bê ya kurmancîyê pêşwazî dike?
Da-hat-û (da: paşdaçek, hat: rehê dema borî ya lêkera hatinê, û: gîhanek) Çi têkilîya vê bi dema bê ra heye? De were îca safî bike!
Heke angaşteya we “ev dema bê, wergera ji tirkî ye” be. Wê demê “paşerojê” hilbijêrin çêtir e, ji wê çêkirîyê ku çermê meriv girîzo dike.
“Kirde”, “hevok”, bê vegotin û şirove çima bûne “kara”, “komek”?
Ewqas pirnavî û tevlihevî ne bes bûn?
Nexwe wisa ye, em terîmên ji zimanekî bîyanî hilbijêrin û ji vê nezelalîyê bifilitin!
Li min biborin. Xwezî min kariba wan xebatên we yên hêja rûpel bi rûpel binirxanda. Mixabin nexweşî û nerihetîyan mecalê nedan min.
Ez dê vê nameyê di înternetê da jî belav bikim, piştê ku we ew wergirt.
Çimkî mijar, pirtir rayagiştîyê înterese dike.
Silavên ji dil
Berlîn, 08 avrêl 2017
Ewdil Ararat (Evdila Dirêj)