Ez li Hewlêrê me.
Her cara ku diçim Hewlêrê li tiştekî nû, li dîmeneke nû, li bûyereke nû rast têm.
Her kesê ku diçe Hewlêrê, yekser bi guhertinan dihese.
Hewlêr êdî ne tenê bajarên Kurdên başûr e, ew bûye bajarê hemû Kurdan.
Vê care bûyerekê bala min kişand.
Em li hinek dostan rast tê.
Me dikin mêvan.
Em li wir xwarinê dixun.
Destê wan sax be, xwarineke xweş çêkiribûn.
Jixwe çêkirina xwarinên xweş li başûr ne tiştekî nû ye, li wir gelek xwarin tê xwarin.
Carekê rojnamevanê Tirk yê navdar M. Ali Birand nivîsandibû, ji ber ku xwarin gelek tê çêkirin, her wiha pir tê rijandin jî.
Li başûrê Kurdistanê, ne weke beşên din yên Kurdistanê, kampanya û xema „bi kurdî bixwîne û binivisîne!“tune ye. Jixwe her kes bi kurdî dixwîne û dinivisîne. Wan ew pêvajo derbas kirine.
Xanima mala ku em lê bûbûn mêvan ji Hewlêrê ye. Hewlêrî ye. Soran e. Piştre fêrî kurmancî bû ye. Kurmanciya wê gelekî baş e. Her wiha ew piştre fêrî tirkî bû ye. Tirkiya wê jî gelekî baş e. Dema ku ew bi kurmancî û tirkî diaxife, tu dibêjî belkî li dibistanan fêrî wan her du zimanan bû ye.
Hevserê wê ji bakurê Kurdistanê ye. Ji Ruha ye. Wî ji nîvê temenê xwe zêdetir di nava siyaseta Kurd de derbas kiriye.
Bi şêweyekî profesyonel siyaset kiriye.
Em rûdinin û li ser gelek mijaran diaxifin.
Di vê navberê de zarokê malê derbasî hundir dibe.
Tê cem min rûdine.
Wî hembêz dikim, „Navê te çi ye? Çend salî yî? Diçî dibistanê..?“ û çend pirsên din ku mirov ji zarokan dike.
Min dît ku naaxife. Li min dinêre û li pirsên min şaş maye. Nizane çi bibêje.
Min ew pirsên xwe kirin soranî.
Hindik fêm kir.
Zarokekî 4-5 salî ye. Ne mumkune ku wan pirsan fêm neke, ji xwe re dibêjim.
Piştre ez pê hesiyam ku zarok bi kurdî nizane.
Hem bav hem jî dayîk, bi salan di nava siyasetê de mane. Her du jî Kurd in. Dayîk ji Hewlêrê ye, bav ji Riha ye, zarok jî li başûrê Kurdistanê li Hewlêrê ji dayîk bû ye, lê ne bi kurdî bi zarokê xwe re bi tirkî diaxifin.
Dema ku min pirsên xwe kirin tirkî, min dît geşbûnek hate ser rûyê zarok, hema bersiva min da.
Mixabin ew ne kurdî, ew ji bav û dayîka xwe fêrî tirkî bûbû.
Ji ber ku bav û dayîk di mal de ne bi kurdî, lê belê bi tirkî diaxifin…
De ka bêjin, emê kengî zarokên xwe fêrî kurdî bikin!!!