Gelê kurd rêveberiya welatê xwe li başûrê rojavayê Kurdistanê hilda destên xwe.
Di serî da Koban, Efrîn desthilatîya gelek gund û bajarên vê herêma me niha di destên partî û dezgehên Kurdistanî da ne.
Ev pêngava tije bi hêvî, azadî û şayî pîroz be!
Bajarekî, gundekî heta yek buhistekî erdê Kurdistanê rizgar be, mîna ku hemû Kurdistan rizgar bûbe em xwedî lê derin. Dilopek dibe deryayek. Darek dibe daristanek. Parçeyek erd dibe welatek; heke em bi hişmendî, zanayî, bi ezmûn û bi hesreta sedan salan lê xwedî derên, wî xwedî û mezin bikin.
Mîna şitilê darek, toximê gulek av bidinê.
Em xewên şevan li xwe heram bikin, wî eynî mîna zarokekî nû jidayîkbûyî biparêzin. Lê miqatebin, bipêçin. Êş, jan û sancûyên ku me kişandine ji bîr nekin û vî zarokî ji can û gîyanê xwe bêhtir biparêzin, bigihînin.
Rizgarbûna her bihustek ji Kurdistanê mizgînîya azadiya mezin e. Bi vê hişmendîyê yekîtîya xwe, biratîya xwe ji her demê bêhtir xurt û bihêz bikin.
Herçiqas dîktatoriya Baas desthiladariya xwe winda kir û winda dike û rewşeke defakto derketiye li vê parçeya biçûk a welatê me û gel dest daniye ser rêvebirîyê, lêbelê divê ev jî neyê jibîrkirin, ku gelê me yê vê parçeyê jî gelek nirx û ked da heta gihîşte vê qonaxê.
Êşkence û girtinên li ser ronakbîr û sîyasetmedarên li zîndanên Baas ên Şam û Tedmûrê hîn di bîr hişan da zindîye.
Azadî bê xwîn nabe. Rijîna xwînê li gorî pîleya barbariya dewletên dagirker kêm yan jî zêde ye.
Hostatî û hunera herî mezin ew e ku meriv di mêzînên stratejîk ên navneteweyî da, di rewşen defakto da, bê xwîn an jî bi rijîneke hindik, bigihîje azadiya xwe.
Partî û sîyasetmedarên me yên vê parçeya me hevkariyeke hêja pêk anîne. Domandin, geşkirin û pêşxistina vê hevkariyê biqasê jîyanê girîng e ji bo mayîndeya desthilatdariyê.
Perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan û peywirhildana keç û xortên kurd a ji bo ewlekariya kolanan, xurûreke mezin dan min. Serbilind bûm.
Tiştên ku li bakûrê Kurdistanê bên kirin jî ev in:
Ji bo şikîna nîrên dagirkeriyê.
Ji bo rizgarbûna ji tevlihevî û hêvîyên vala ji dewlet û rêveberên tirk!
Ev keç û xortên me yên fedakar û canfeda, pêwîst e xwe ji tevgerên fewrî bi dûr bixin û ji bo hemû hevwelatiyan wekhev û dadwer bin. Zûtirîn dem pêdivî ye ev hêzên parastinê bi cilûbergên fermî, bi yasa û rêbazên neteweyî ku ji aliyê herkesî va were zanîn bên dîzayîn û rêxistinkirin.
Dewletên ûnîter yekoyeko dihilşin. Îran û Tirkiye hîn li ber xwe didin. Tirkiye çiqas derûdor lê bihilşe ewqas har dibe û li kurdan dixe. Xwe “bihêz” nîşan dide û di rastiyê da bêhêziya xwe li ser me kurdan ferz dike.
Ez vê hertim dibêjim: Hata dewleta tirk li bakûrê Kurdistan ê dagirker be, wê azadiya parçeyên din ên Kurdistanê jî dê hertim di bin metirsiyê da be.
Ev dewleta xwînxwar ji bo parçebûna kurdan do kîjan lîstikan bi kar anî, îroj jî xarûjor ew dê yên dişibe wana bi kar bîne.
Pêşeroja Sûriyeyê ne dîyar e.
Îhtimaleke mezin ew dê li sê herêman; elewî, sûnî û kurd parçe be. Encameke wiha bêguman wê li dijê kolonyalîstên tirk be. Tirk ji bo ku ûnîteriya xwe winda nekin, mîna Iraqê wê nexwezin Sûriye ji hev parçe bibe.
Ji ber vê jî ew ê piştê ku “artêşa azad a Sûrîyeyê” li dijê Esad bi kar anîn, wê vê “artêşê” dîsa bi îhtimaleke mezin bişînin ser vê parçeya me ya azadbûyî û careke din dabigirin wan bajarên me yên “rizgarbûyî.”
Mayîndeya dewleta tirk li bakûr û destdirêjî û tilîxistina wî ya parceyên din ên Kurdistanê metirsîya herî li pêş e, li dijê azadî û serxwebûna kurdistanê.
Realîteya herî tahl ev e ji bo hemû Kurdan.
Hevkarîya neteweyî ya Kurd êncax dikare vê realîteya tahl têk bibe.
Hevkarîyeke wisa sift û jidil ku hemû partî, rêxistin, çîn, ol, bawerî bikarin bi hev ra bixebitin heta ku dagirkeran biqewitînin û derxînin ji welatê xwe.
Heta ku dagirker nekaribin mîna her gav hêvî bikin ji parçebûna Kurdan.
Ewlekariya azadîya Koban, Efrîn, Qamîşlo di destên Kurdên Bakûr da ye.
Daku zûtirîn dem dawî li dagirkerîya tirkan bînin li bakûrê Kurdistanê.
Çawa?
Hez ji pend û şîretan nakim. Tiştên ku tên bîra min û hun jî pê dizanin ev in:
Boykotkirina sistema perwerdeya tirk, heta vekişîna artêşa asîmîlasyonê.
Neçûyîna leşkeriya tirk. Vekişîna ji artêşa “qoricîtîyê.”
Nedayîna bacê, şewitandina nasnameyên tirk li meydanên bajaran.
Birrîna hemû têkilîyan bi sazî û dayîreyên dagirker ra…
Gelo ev pêk werin wê dagirkerî çiqas bikare xwe li ser lingan bigire li Kurdistanê?
Werin em barê çîyan sivik bikin.