Serrûpel Nivîskar Erhan Sugurlu

Erhan Sugurlu

Belav bike


Yek ji bi hezaran zarokên kurd e, ku navê „Erhan“ lê kirine û birine aşên asîmîlasyonê. Erhan 10 salî bû û berê çend rojan xwe kûşt li Amadê.

Min nûçeya xwekûştina Erhan di Avestayê da xwend. Paşê li googlê gerîyam.  

Nûçe di çapemenîya tirk da bêku sedemê wê were lêkolînkirin, wek nûçeyeke kin: „Wê derdê zarokekî 10 salî çi be?“ hat weşandin.

Meriv nikare rastîya ti bûyerekî, nûçeyekî ji çapemenîya hîleker a tirk vebigire. Rastî her di binê mij û gumanê da ne di wê çapemenîya derewker a sextekar da.

Bûyera Erhan jî wisa ma di bin mij û dûmanê da.

Zarokeke/î ku kurd be, nav, ziman, gîyan û kesayeta wê/wî hatibe guhertin, di dibistanên aşên asîmîlasyona tirk da her roj piçek ji kesayeta xwe winda bike, wê derdê wê/wî pir be helbet, hem jî biqasê çîyayan.

Çermê wê/wî hatibe gurandin rûhê wê/wî hatibe îxfalkirin, helbet ew ê bijî di nava nexweşîyên psîkolojîk ên herî giran da, hem jî biqasê deryayan.

Yan jî di kûçeyên bajaran da ew bi hezaran zarokên kurd di encama şerê dagirkerîya dewleta tirk da bûne tîner û esrarkêş, bi nexweşîyên rûhî mîna deprasîyon, dîsasîyon, nerihetîyên psîkosomatîk ûwd., ji birçîtî û xizanîyê li nava çopxaneyên bajaran bigerin, çawa dê dûçarê naxwesîyên giran nebin?

Niha zarokên rojavayên welêt jî zêde bûn li wan çopxaneyan!

“Xwekûştin”  encamek e ji bi sedan nexweşîyên derûnî û rûhî, ku cîheke berfireh digire di jîyana mirovayîyê da. Di nava wan nexwşîyên rûhî da ku psîkolojî bi dehan ji wan analîz kirîye; heke ti wateyeke jîyanê nemabe û di serda jîyan lê bûbe zext û bar, kes dê serî li wêrekîya xwekûştinê bide. Xwe bikûje.

Sedemên ku nexwşîyên psîkolojîk kûr dikin, heta dibin sedemên van nexwşîyan û li dawîyê jî xwekûjî yan jî hêrîşên kûştin û komkûjîyê pêk tên, dewlet û sîstemên wan in. Ji toreyên wan ên civakî bigirin, heta perwerde, leşkerî, ragihandin ûwd.

Fîlm, lîstikên şer ên înternetê, manûplaja şîdetê ya dewletê jî lê zêde bûye.

Hîn berê bi çend rojan xortekî 20 salî li bajarê Newton a USA yê bi çekê otomatîk di nava şok a şideta harbûyî da çû nav dibistaneke destpêkê û li wir bîst jê zarok bîst û şeş kesan kûşt û paşê xwe jî..

Heta niha gelek bûyerên wiha li Amerîka û li welatên rojavayî qewimîne.

Dema meriv li polîtîkaya dewletan, kapîtalîst û kolonyalîstan a di derbarê şîddet, çek û manîplasyona da binihêre bûyerên bi vê rengê ne ecêb in, diqewimin û dê biqewimin jî.

Paşê çapemenî li şûna ku sîstemê sûcdar bikin, wê bi awayeke pir sextekar rabin bibêjin; “Ev çi ecêb e?” yan jî “Derdê wê/wî dê çi be?”      

Nexweşîyên herî giran û berfireh ên vê sedsalê, nexweşîyên psîkolôjîk in, ku ji alîyê dewlet û curbecûr sîstemên wan va derketine holê.

Bixweze, nexweze meriv dipirse: Gelo dunya dixurife, dîn û şêt dibe?

Sedema ku jîyanê ji bo Erhanê 10 salî kirîye jahr, ku nekarîye êdî li berxwe bide, di nava deprasyoneke kûr û bi awirên pûç dawî li jîyana xwe anîye, dewlet a tirk e û sîstema perwerdeya wê ya asîmîlasyonê ye.

Bi hezaran zarokên kurd di wê sîstemê da her roj asîmîle dibin û kesayeta xwe gav bi gav winda dikin. Ev jî têr nake, dibistan û malbat zexteke berdewam li ser van zarokên windabûyî bi kar tînin daku ev zarine di wan ders û ezmûnên ku sedemê pişaftina wan e, bi ser bikevin! Ev e derd. Ev e tiştê ecêb.

Zarok ji dibistana destpêkê heta zanîngehê di bin vê zextê da ne. Ji xwenebawerî û tirsê qarneyên xwe, notên xwe vedişêrin.

Jixwe asîmîlekirî ne û bi vê halê jî dikevin nava pêşbirgeyên qezenckirina ezmûnan.

Heta dibistanek, zanîngehek xilas bikin, ne kesayet dimîne, ne jî xwebawerîya wan zarokan.

Zarok di nava jîyaneke tirsnak, xwenebawer, kelogirî û arabesk da mezin dibin.

Erhan, berê ku xwe bixeniqîne ji dîya xwe dipirse:

“Dayê heke notên min zeyîf bin, hun dê bi min ra bixeyîdin?”

Dîya wî dibê; “belê”.

Paşê Erhanê 10 salî li odeya malê xwe bi dar va dike.

Ji xeynê sîstema dewleta dagirkerîyê kî ye sûcdar?

Gelo para me hemûyan hinek di vê sûcê da tineye?

Ku em nikarin sîstema asîmîlasyonê red bikin û wê ji welatê xwe paqij bikin.

 

têbinî:

Kuştina sê çalakvanên jin;

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Soylemezê şermezar dikim.

Kûjer, her ew kûjerên berê ne:

Ku naxwezin miletê Kurd bigihîje mafên xwe yên rewa yên çarenivîsîyê.

Bila serê miletê me sax be!

E. Dirêj