Roja çarşemê (29.05.2013) Rûdaw TV saet 17.00an li gor dema Hewlêrê dest bi pexşê dike. Biryare saeta yekemîn, TV, beş û bernameyên Rûdawê bên nasandin.
Saeta 18.00an li gor saeta Hewlêrê pexşa asayî ya 24 saetî ya Rûdawê bi nûçeyan dest pê dike.
Di heman rojê de Radyoya Rûdawê jî bi pexşa 24 saetî dest pê dike û wê li çar parçeyên Kurdistanê bê bihîstin.
Tora Medyayî ya Rûdawê ji TV, radyo, rojnameyeke heftane li Kurdistan, heftenameya Rûdaw Çapa Ewrûpa, Rûdaw Werzêşî, LeMonde Diplomatiku, Dijital Portal Rûdaw û malpera Rûdawê pêk tê. Herwiha li ser torên civakî yên weke Facebook, Twitterê û Youtobe jî hûn dikarin bermehên Tora Medyayî ya Rûdawê bibînin. (Rûdaw)