Sahabeyên Kurd û Caban el Kurdî
Kurd bi tevê gel ve di dema 637ê ku hê pêxemberê me di jiyanê de bû misilman dibin. Lê herwiha hevnasîna wan bi îslamê re ji dema “Esrê Seadetê” destpê dike. Digel vê yekê ji xeynê gelê ereban, kurd cara pêşîn e ku wek bi gelan ve misilmantiyê qebûl dikin.(1)
Hin sehabe hene ku bi eslê xwe ve ne ereb bûn. Ji wan “Bilalê Habeşî”, “Selmanê Farisî”, “Suheylê Rûmî”, “Caban el Kurdî”, “Şêx Halîl El-Kurdî”, “Zozana Kurd(2) û ên din….
Bilal ji Hebeşistanê ye yanî ji Etiyopyayê ye bi kurtasî hebeş e, Selman ji Îranê ye yanî faris e, Suheyl rumî ye, Caban û Meymun û Şêx Halîl û Zozan jî kurd in.
Pir balkêş e ku paşnavê wan bi nijadê wan ve hatiye bilêvkirin. Nijada wan pirsgirêk nebûye û bi dilê rehet bi wan navên nijadê ve hatiye binavkirin. Herweha baş bên nasîn. Ne ji bo nijadperestiyê nemaze ji bo danasînê. Caban el Kurdî jî ji wan mûbarekan yekî din e.
Li gor Îbrahîmê Seydiyanî, sehabeya kurd a yekemîn ango pêşî ji nav kurdan kelimeya şehadetê tîne û misilman dibe jineke mûbarek bi navê Zozanê ye. Çawan ku misilmanê yekemîn Hz. Hetîce ye û jin e, misilmanê yekemîn ji nav kurdan ew jî Zozan e û jin e. Dayika me Zozan.(3)
Ji bilî Zozanê sehabeyek girîng jî Caban el- Kurdî ye…. Kurê Caban, Meymun el- Kurdî jî sehabe ye û her du jî hevalê pêxemberê me bûn.(4)
Di derheqa wê de Mufit Yukselî jî wiha dibêje; digel vê yekê heke li ser jêderkên dîrokî lêkolîn bê kirin vêca di nav kurdan de misilmanbûn di serdema pêşîn de tê xuyanê. Heta ji kurdan kesên ku wek tabiîn tê zanîn hene. Ji wan sereke Caban El-Kurdî û Şeyh Halîl El-Kurdî Es-Semmanî tê. Disa ji nav wan Ebu Muslîm El-Havlanî û Suleyman Ed-Daranî jî tê.(5)
Kurê sehabeyê Cabanê Meymun el-Kurdî ye û kunyeya wî Ebu Basir e.(6)
Caban el Kurdî sahabeyek pêxemberê me ye û bi qasî tên zanîn di nav gelê kurdan de misilmanê pêşîn e. Navê wî Caban e û di nav ereban de wek el- Kurdî ango Ebu Meymun Cabanel-Kurdî dihê naskirin. Hin lîteratûr û jêderkên îslamî de jî ev nav yanî Caban el Surdî derbas dibe.
Kurdbûna ji nav sahabeyên kiram Caban el Kurdî di berhema hêja Alûsî de wiha derbas dibe: Beşek ji nav kurdan di dema pêxemberê me de misilman bûne. Heta ji wan sehabeyek bi navê “Ebû Meymun Caban el-Kurdî” bi eslê xwe kurd e.(Alusî, 17/67:26/1-2-3)
Profesor mamoste Kadri Yildirimî dibêje: Gelî kurd wexta ku şerefa sehabitî girtiye bi Caban el-Kurdî re nefer bi nefer misilmantiyê qebul dikin.
Mixabin di hin berhemên hêja de navê Caban el Kurdî wek “Surdî” hatiye nivîsîn. Alusî jî dîyar dike, navê “Ebu Meymun Cabân el-Kurdî” di, Îbnê Hacerê el-Îsabe fî-Temyizî-s-Sahabê (“xala Cabânê”) de derbas dibe. Lê mixabin ji ber hin xeletî an şaşiyan bê zanetî(ku niyetek baş difikirim) di berhemên niha de “el-Surdî” bûye.
Mihemed Can dibêje; “Ebu meymun Caban el-Kurdî” ji sehabeyên pêxemberê me bû. Lê belê çi hikmet e ku(sehabeyên kurd ên din jî tê de) ne Caban el- Kurdî “Caban el Surdî” hatiye qeydkirinê! Hêncet disa amade bû: “ev xeletî ya nivîsê ango xeletiya metbaayê ye.”(7)
Yanî li gor hin nivîskar û lêkolîneran navê “el-Kurdî” bi zanetî û ji ber sedema nijadperestiyê bi “el-Surdî” ve hatiye guherandin. Lê bi min ev ne zanetî ye belkû xeletiyek herfa ye. Ji ber ku Mustafa Erdoganî jî dibêje; Di berhema din ya Îbnê Hacerê ya Takribut-Tehzîbê de “el-Kurdî” derbas dibe. Lê tefsîrên Buharî(tefsrul Kebir VII 340), Îmam Ahmed(Musned), Ebû Nuaym(Marifetus-Sahabe), Zehebî(Mizanul Îtidal), Îbnul Esîr(Usdul-Xabe) û Îbnê Hacerê(el-Îsabe) de “es-Surdî” derbas dibe. Herwiha wekî wisa xeletiyên herfa re tashif tê gotin.
Caban el- Kurdî, ji hêla Resûlê Ekremî dibe parêzgarê(walî) herêma Bazanê. Ew digel vê yekê di dîroka îslamê de parêzgarên yekemîn e jî.(8) Heta kurê Caban el-Kurdî, Meymun el-Kurdî jî parêzgarê Bazanê dibe.(9)
Di dema Hz. Mihemedê de hîç netewek, qebileyek û zimanek nehatiye înkarkirinê. Berevajî vê yekê bi navê nasnameyên xwe hatine nasîn. Wekî mîna, Selmanê Farisî(fars), Ebû Zer el-Xiffarî(ji qebileya el-Xiffarê ye), Caban el-Kurdî(kurd).(10)
Caban el Kurdî, hedîsa meşhûr ya Hz. Pêxember rîwayet kiriye. “Ez ji we re du tiştê mezin û bêhempa emanet dihêlim: Kîtabullah û sîreta min. Ev her du tu car ji hev naqetin û bi hevre tên ba min.” Vê hedîsê piştê Caban el Kurdî, Tirmizî ji Cabîr b. Ebdillah rîwayet kiriye.(11)
Taberanî jî de berhema bi navê el-Mucemu’s-Saxir û el-Mucamu’l-Evsadê de di behsa hedîsekî de behsa navê “Meymun el-Kurdî” kiriye. Ev hedisê ji bavê Memun el-Kurdî(Ebu Meymun Cabanî) ew jî ji Hz. Pêxemberê me(s.x.l) ravekiriye. Taberanî gotiye; Ebu Meymun ji Pêxemberê me tenê hedîsek gotiye.(el-mucemu’s-Saxir, 1/114; el-Evsat, 4/380- şamile) Hafiz el-Heysemî jî dibêje, di rêza vê rivayetan de derbas dibe hemû kes sika/saxlem(dirûst) in.(Mecmauz’Zevaîd, 4/132)(12)
Jêder
1-Seydiyani, Îbrahîm, “2. Kürt Sorunu Forumu”, 17 – 18 Kasım 2012, Amadekar: MAZLUMDER, cîh: Bûrsa
2-Zozana Kurdî di jêdera Kasim Aslanliyî “Kürtler ve İslamiyet”, www.batmanpostasigazetesi.com hatiye girtin.
3-Seydiyani, Îbrahîm, “2. Kürt Sorunu Forumu”, 17 – 18 Kasım 2012, Amadekar: MAZLUMDER, cîh: Bûrsa
4-Seydiyani, Îbrahîm, “2. Kürt Sorunu Forumu”, 17 – 18 Kasım 2012, Amadekar: MAZLUMDER, cîh: Bûrsa
5-Yüksel, Müfit, “Araplar ve Kürtler”, (www.yenisafak.com.tr), 25.07.2012 http://yenisafak.com.tr/yazarlar/MufitYuksel/araplar-ve-kurtler-1/33347 ji tirkî wergêr, MKD.
6-Oral, Kenan, “Hadis Literaturundeki Haricıler ile İlgili Rivayetlerin Değerlendirilmesi”, Ankara Üniversitesi S.B.Fakultesi Temel İslam Bilimleri Hadis Ana Bilim Dalı Y.Lisans Tezi, ji tirkî wergêr MKD.
7-Can, Muhammed, “Kürt İslam Tarihine Farklı Bir Bakış(1)”, www.fitrat.com
8-Seydiyani, Îbrahîm, “2. Kürt Sorunu Forumu”, 17 – 18 Kasım 2012, Amadekar: MAZLUMDER, cîh: Bûrsa
9-Haşimi, Dilşad, “Kürtlerin İslamlaşma Serüveni – II” (http://www.satirbasi.com), 18.12.2007
10-Dewlemend, Mistefa, “İslam’da Dillerin ve Ulusların Farklılığı”, http://blog.radikal.com.tr/Sayfa/islamda-dillerin-ve-uluslarin-farkliligi-41539, 04.12.2013
11-http://nudempress.com/haber/ilk-kurt-sahabi-caban-el-kurdi-726.html
12-Ev beş di malpera http://www.sorularlaislamiyet.com/m/index.php?oku=179631de derbas dibe