Ev demeke şaredariya Ruha li ser koçberan alîkariyê belav dike, di wê kampanyayê de, wê hunermend Hulya Avşar jî beşdar bibe, û bi destê xwe alîkariyê li ser jinên Kobanî belav bike.
Şaredarê Ruha Celalettin Güvenç got, di nava 2 mehan de bêhtirî 200 hezar koçberên Kobanî sînor derbas kir û çûne Tirkiyê, û bi qasî ku ji dest wan hat ew ji bo koçberan bûne alîkar û pêdiviyên wan pêk anîn.
Roja Şemiyê wê Hulya Avşar derbasî nava Koçberên Kobanî li Ruha û Pirsûsê bibe, bikeve nava xelkê Kobanî û li daxwazên wan guhdarî bike û alîkariyê ji wan re pêşkêş bike.
Hulya Avşar hunermendeke Kurd li bakurê Kurdistanê û Tirekiyê di warê muzîk û sînemayê de gelekî navdar e.